Diyarname
11'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê îsal 19'ê vê mehê dest pê dike û heta 23'yê mehê dê bidome. Di festîvalê de li dor 10 kurtefîlm û belgefîlmên derhênerên kurd hene.
Wekî gelek festîvalên din Festîvala Kurdan a Hambûrgê jî ji ber vîrusa koronayê dê online bi ser vimeo re li dar bikeve. Festîval 19'ê mehê bi nîşandayîna belgefîlmê derhêner Selim Yildiz ê bi navê "Diyalog" dê dest pê bike.
Roja 20'ê mehê sê berhem hene: Anîmasyonê derhêner Emmanuel Temps û Hugo Volsin ê bi navê "Rojava", kurtefîlmê Nursel Dogan "Huşbe" û belgefîlmê Selene Verri û Magali Magnin ê bi navê "The Flowers of Rojava" dê bêne nîşandayîn.
21'ê mehê du berhem hene: Kurtefîlmê Rohat Merwan ê bi navê "Bêdengiya Xewnekî" û belgefîlmê Bayram Balci "Altindag" heye.
22'Yê mehê jî du berhem hene: Kurtefîlmê Ozcan Varda "We Want Fraternity" û belgefîlmê M.Salih Çelik û Kemal Hasanay ê bi navê "Mamoste".
Festîval roja dawî bi nîşandayîna 5 berheman dê bi dawî bibe. Pêşî belgefîlmê Rûken Tekeş ê bi navê "Hewêrk" dûre kurtefîlmê Kasim Ordek "IM Raining Down in to the City" û kurtefîlmê Ferideh Ghaderi ê bi navê "The Wall" dê bê nîşandayÎn. Piştî van du kurtefîlmên din "Havîna Qulingan" ê Maryam Samadî û "Veger" ê Selman Denîz. Bi van re dê festîval heta salek din xatir bixwaze.
Ji bo têkilî:
- FESTÎVALA FÎLMÊN KURDÎ YA HAMBÛRGÊ



