Diyarname
Şanoger Genco Erkal yek ji şanogerên navdar ê tirk e. Ev 60 sal in li ser dikê ye, bi dehan lîstik pêşkêş kirine. Niha ev jiyana wî dibe belgefîlm.
ENKA Sanat piştgiriya kişandina belgefîlm dike. Senaryoya wê jî Genco Erkal nivîsandiye. Derhêneriya belgefîlm Selçuk Metin dike, derhêneriya dîmenê jî Ugur Îçbak dike.
Belgefîlm li ser jiyana Genco Erkal bi taybetî jî li ser jiyana wî ya hunerî dê bê kişandin. Belgefîlmê ku dest bi kişandina wê kirine hedef ew e ku di meha tîrmeha îsal de li ENKA'yê promiyera wê bê kirin.


