logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Ji bo ziman kampanyaya îmzeyan dest pê kir

Tora Ziman û Çandê û Platforma Zimanê Kurdî çend roj berê ragihandibûn ku wan Komîsyana Ziman ava kirine û ev komîsyon j

  • Dîrok: 22/02/2021
  • Beş: Nûçe

Amed

Tora Ziman û Çandê û Platforma Zimanê Kurdî çend roj berê ragihandibûn ku wan Komîsyana Ziman ava kirine û ev komîsyon ji bo Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî dê dest bi berhevkirina îmzeyan bike. Ji ber ku roja 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê rastî dawiya hefteyê dihat û li Tirkiyeyê dawiya hefteyê qedexeya derketina derve heye, îro start hat dayîn. Ji bo startê li oteleke ya li Sûra Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.

Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar, Hevserokên DBP'ê Keskin Bayindir û Saliha AKdenîz, Serokê KKP'ê Sinan Çiftyurek, ji Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-B) Serhat Bucak, Serokê Partiya Azadiyê Ayetullah Aştî, Cîgirê Serokê PSK'ê Bayram Bozyel,

Serokê PAK'ê Mustafa Ozçelîk, Serokê PArtiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç, nûnerên saziyan, nivîskar di civînê de amade bûn.

Daxuyaniya kampanyayê ji aliyê Hevserokê HDP'ê Mithat SAncar ve hat xwendin.

Ev e daxuyaniya ku hate xwendin:

“Hûn hemû bi xêr û xweşî hatine, ser seran, ser çavan re hatine. Bi rastî ez îro hem gelek kêfxweş im, hem jî gelek xemgîn im. Xemgîn im çimki, li Tirkiyeyê hîn jî asîmîlasyon dewam dike, talûkeya li ser zimanan dewam dike. Kêfxweş im çimkî qedexe û asîmîlasyon hebe jî, têkoşîna ji bo zimanê dayikê jî heye. Ev cihê serbilindiyê ye. Ez her kesê ku ji bo zimanê xwe têkoşîn dike, bi dil û can pîroz dikim, silav dikim. Bi vê munasebetê jî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya hemû gelan, hemû zimanan pîroz dikim.

Zimanê dayikê, mefhûmeke wisa ye ku dikare bibe esasê gelek tiştan. Ji bo wê jî ziman bi nasnameyê re, bi hebûnê re bi xwebûnê re tê eleqedarkirin. Wek meseleyeke bingehîn e. Dikare bibe bingeha gelek tiştan. Em îro vê rastiyê li her derê dibînin. Ji bo wê em dibêjin zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me hebûna me ye. Belê fîlozofekî mezin dibêje 'zimanê dayikê ji kitabên gramerê û ji ferhengan nayê elimandin, zimanê dayikê her tim û dawiya dawî ji gotinên mirovan tê elimandin'.

Ev tiştê ku ev fîlozof behs dike, îro rastiya zimanê dayikê careke din derdixe pêşiya me. Wekî hûn dizanin, ez Ereb im, ez bi xwe zimanê xwe ji kolanan û ji nav malê elimîm. Ez Kurdî jî ji kolanan elimîm. Ez ji mekteban, ji zanîngehan neelimîm Kurdî. Ne tenê ez, gelê Kurd jî zimanê xwe ji nav mala xwe, ji kuçe û kolanan dielime. Gelên din jî, Ereb, Siryan, Laz, Çerkez jî zimanê xwe ji mekteban, zanîngehan naelimin. Yanî dewlet çawa nêzikî Kurdan dibe, wisa nêzikî zimanê wan jî dibe. Polîtîkayeke yekpare dimeşîne.

Mirov zimanê dayikê ji gotinan dielime, lê lazim e ew ziman di qanûna esasî de bê naskirin û qebûlkirin. Zimanê ku wek fermî neyê naskirin, ew ziman nikare xwe biparêze. Zimanê dayikê neyê naskirin û qebûlkirin, ew ziman nikare bijî. Ev rastiyek e. Kurd zimanê xwe ji kitabên gramerê naelimin, ji gotinan, ji bav û kalên xwe dielimin, lê mixabin îro talûkeyeke mezin li ser zimanê wan heye. Ne tenê li ser Kurdî, li ser gelek zimanan heye. Polîtîkayên asîmîlasyonê ev welat kiriye wek goristaneke zimanan.

Ji ber polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê mixabin ji bo zarokan transfera zimanî gelek zeîf bûye. Ji bo wê jî gerek temînata qanûnî ji bo zimanan hebe. Gerek zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin, qebûlkirin. Gerek hemû qedexe, astengî û bendên li ber Kurdî bên rakirin. Gerek zarokên Kurd zimanê xwe ji mekteban, ji zanîngehan jî bielimin. Ev mafekî esas e, mafekî mirovî ye, mafekî gerdûnî ye.

Belê me gotibû zimanê dayikê ji bo mirovan ne tenê zimanek e. Ew ziman hem nasnameya wî, hem hebûna wî hem jî xwebûna wî ye. Zimanê mirov tesîreke mezin li ser fikra mirov dike. Zimanê mirov parçeyekî tabîî yê mirovan e. Ji bo wê dibêjin “zimanê dayikê wekî çermê mirov e, zimanên din jî wekî cilûbergê mirov e”. Loma jî jiyan û fikra mirov di nav zimanê mirov de ava dibe.

Belê mêvanên ezîz, îro 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Ev roj, ji bo têkoşîna zimanê dayikê rojeke tarîxî û sembolîk e. Di sala 1952’yan de gelê Bengalê xwest ku zimanê wan bê naskirin, qebûlkirin. Ji bo azadiya zimanê xwe, derketin kuçe û sikakan, dengê xwe bilindkirin. Lê ev daxwaza wan a însanî, qanûnî û heq nehat qebûlkirin. Êriş û zilmeke mezin li wan hat kirin, gelek kes hatin kuştin. Di sala 1999’an de UNESCO’yê ev berxwedan û têkoşîna gelê Bengalê esas girt û ew roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir. Ev biryara UNESCO’yê dibêje ku mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe. Gelek qanûnên navneteweyî dibêjin ku gerek zimanê dayikê bê parastin.

Li cihekî qedexe hebe, li wê derê berxwedan jî heye. Li cihekî astengî hebe, li wê derê têkoşîn jî heye. Ji bo wê ez xîreta we, xebata we û têkoşîna we ya ji bo zimanê dayikê pîroz dikim, silav dikim. Daxwazên we, daxwazên me ne jî. Em jî dibêjin zimanê Kurdî nas bikin, perwerdehiya bi zimanê dayikê qebûl bikin. Em jî dibêjin bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Zarokên Kurdan bê zimanê wan ê dayikê nehêlin.

Zimanê Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Ehmedê Xasê, Siyahpûş û Mestûre Xanimê emanetî me ye. Qelema Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mehmed Uzun, Arjen Arî li erdê neketiye. Têkoşîna wan a ji bo zimanê Kurdî, îro jî dewam dike. Di vê têkoşînê de ez serkeftinê ji her kesî re dixwazim ku ji bo zimanê xwe têkoşîn dikin. Em HDP em jî ji bo Kurdî amade ne. Me jî dest bi perwerdehiya Kurdî kir. Mesûliyetên me gelek in. Înşallah em ê bi hev re têkoşîna ji bo zimanên xwe bilind bikin. Înşallah em ê bi hev re bi ser bikevin. Ez gelek spas dikim ji bo we, bi rastî jî gelek kêfxweş im ku îro li vê derê bi we re me. Spas û serkeftin.”

Piştî daxuyaniyê Hevserokê HDP'ê Mithat SAncar û heyeta pêre ji Demîr Otelê heta serê Kolana Balikçileran meşiyan. Gel bi çepik û tilîliyan pêşwazî li wan kir. Li ber Ulu Camiyê Sancar ji bo gel axivî û got ku ew ji bo hemû zimanan edelatê dixwazin.

Komîsyonê ragihand ku ew dê bi ser mîlyonek re îmzeyan berhev bikin.

 

 


-Nûçeyên Eleqedar:

- Dawiya hefteyê çalakiyên ji bo ziman

- 
Xebatên ji bo Roja Ziman ên îro hatin kirin (19.02.2021)

- 5 saziyan ji bo Roja Ziman daxuyanî da 

- Sedî 33,4: Divê mafê Perwerdehiya Ziman bê dayin û bê parastin

- Hedefa Komîsyona 21’ê Reşemiyê mîlyonek îmze ye 

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 31 08 2026

Li Amûdê gel, li Hesekê mamoste ji bo ziman daketin kuçeyan

news
  • 30 08 2026

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

news
  • 30 08 2026

Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket

news
  • 29 08 2026

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

news
  • 28 08 2026

PKK'ê cara yekê eşkere kir; Heta niha çend winda dane?

news
  • 28 08 2026

Pirtûka ku hê nehatiye çapkirin hat qedexekirin!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Çi têkiliya Mişk û Pirtûkan bi hev re heye?

ad

Bû 500 hefte em li vir in!

ad

“Morof”a Eliyê Evdilrehman derket!

ad

Li Licê parkanta bi kurdî qedexe ye

ad

3 nûçeyên derketine pêş

ad

'Xewna min hemû zarokên kurd bi du zaravayan bizanibin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname