logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Şerefnameya Kurdan û Mîr Şeref

Sala 1597’an 13’ê Tebaxê/Gelawêjê yek ji berhemên herî muhim ên li ser dîroka Kurdistanê "Şerefname" qediya. "Şerefname"

  • Dîrok: 25/02/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

REWŞAN DENIZ

Sala 1597’an 13’ê Tebaxê/Gelawêjê yek ji berhemên herî muhim ên li ser dîroka Kurdistanê "Şerefname" qediya. "Şerefname" dîroka dewlet û mîrtiyên Kurdistanê ye bi şiklê ku Mîrê Bedlîsê yê hingê Şerefxanê Bedlîsî ji adeta nivîsê ya hingê belav hatiye nivîsandin. Yanî berî wefat bike bi 6 salan wî ev berhema xwe ya ku wê navê wî heta îro bianiya, qedand. Em bi roja mirina wî nizanin, lê ew wekî îro (25’ê Sibata/Reşemiya) sala 1543’yan hatiye dinê.

Ew wekî kurê mîrê Bedlîsî li derveyî Kurdistanê hat dinê. Ew di serdema Împaratoriya Safewiyan de di navbera Qûm û Erakê de li gundê Germerûd ê wilayeta Merkezî hatiye dinê. Li derveyî Kurdistanê, lê bi berhema xwe Şerefname, wî tesîreke mezin li nihêrîna li Kurdan a ji derve kir. Wî bi awayekî kite bi kite agahiyên li ser mîrîtiyên kurdan ên sedsala 16’an û beriya wê di berhema xwe de nivîsandin. 

LI SIRGUNÊ HAT DINÊ

Hingê Osmaniyan bavê wî Mîr Şemsedîn sirgûn kiribû. Bavê wî ji mîrên Rojkiyan bû ji herî kêm ji sedsala 9’an ve bê navber li Bedlîsî hukm dikir. Wî bi navkirina xan a ku îşaret bi mezinên eşîrê dikir tercîh nedikir. Wî bi xwe ji xwe re Mîr Şeref digot, û dewletdarî bêhtir layîqî xwe didît. Piştî xezeba Osmaniyan malbata wî xwe spart bextê Sefewiyan. Ji ber wê jî ew li qesra Şah Tehmasb perwerde dibe, tevî zarokên şahî.

Sala 1596’an wî dê ji bo zarokatiya xwe binivîsanda: “Gava ez bûm 9 salî (1551) ez ketim herema xisûsî ji bo sê salan (yanî heta 1554'an), min xizmeta malbata wî şahê xuypak kir wekî pêşxizmetê nava qesrê.”  

Bedlîsî dersên fiqih, Quran û şerîetê jî li vir dîtin. Çawa balix bû jî ew ê wekî fermandarê şerî bihata perwerdekirin. Wî dersên siwariyan, tîr û kevanê, şerê şûr û mertalan dîtin. Vê perwerdeyê kir ku ew qîmet bide ilim û perwerdeyê. Li Bedlîsê wî dê paşê di navê de Medreseya Îhlasiyê jî wê 4 medrese bidana avakirin. 

ZÛ LI ŞAH TEHMASB QULIBÎ

Sala 1576'an Tahmasb ew kir Mîrê Mîranê tevahiya eşîrên kurdên li Îranê. Ew vî navî û vê wezîfeyê qebûl dike. Lê du sal nakevin navê, ew ji vê digere û pêşniyazî Osmaniyan dike ku bi 400 eskerên xwe di şerê li dijî Sefewiyan de cihê xwe bigire. 

Lê ev hema wisa neqewimîbû; giregirên eşîra Rojkan xwe gihandibûn cem Mîr Şerefxan û ew qaneh kiribûn ku pêşniyaza Osmaniyan a vegera li Mîrtiya Bedlîsê qebûl bike. Sultan Murad ê Sêyem ê Osmaniyan li ser vê sala 1578’an qebûl dike ku Şerefxan Bedlîsî bibe Mîrê Mîrîtiya Bedlîsê. Di navbera 1578 û 1588'an de Şerefxan ew kes bû ku tevahiya şerên Osmaniyan li dijî Sefewiyan bi rê ve bir. Sala 1597’an wî karê Mîrîtiyê da kurê xwe Şemsedîn û heta mirina wî jî ev wisa bû. 

CIHÊ ŞEREFNAMEYÊ DI DÎROKNÛSIYA KURDAN DE

Şerefxan Bedlîsî ji bilî hukmraniyê, gelekî elaqedarî şiirê, nezmê û hunerên din jî bû. Demeke dirêj ew li ser wê yekê difikirî ku kitêbekê li ser dîroka Kurdistanê binivîse, lê wî karî hîna nû 1597’an dest bi nivîsandina kitêba xwe bike û heman salê 13’ê Tebaxê/Gelawêjê jî nivîsandina kitêbê qedand. Kitêba Şerefname, dîrokê li çar beşan parve dike. Qismê pêşî li ser dîroka dewletên (Sultanat) kurd ên wekî Merwanî, Hesenwayhî, Fedluyî yên Loristana Mezin, Mîrîtiyên Loristana Piçûk, Eyubiyan e. Qismê duyan li ser wan mîrîtiyan e ku pere derb kirine û xutbe li ser navên xwe dane xwendin. Qismê sêyem li ser hukimdarên xanedaniyan in. Qismê çarem jî li ser hukimdarên Mîrîtiya Bedlîsê bi xwe ye. Wî ji bo berhemê gelek wêneyên bi terzê mînyaturan jî dane xêzkirin. Destxeta Şerefxan Bedlîsî ya Şerefnameyê bixwe wê ji ber bihata girtin û li welatê Osmanî û Sefewiyan li qesrên gelek mîr û began belav bibûya. Destxeta herî kevin a berdest ji saal 1599´an e û ev destxet li Saint Petersburgê ye.

DESTXET Û WERGERÊN ŞEREFNAMEYÊ 

Ev berhem bi farisî hatibû nivîsandin û heta ku Mela Mehmûdê Beyazîdî ew sala 1879’an wernegerand Kurmanciyê jî (Anwar Soltani dibêje, werger sala 1858’an hatiye kirin*), tu wergera wê ya bi kurdî nebû. Destxeta vê wergerê îro li Kitêbxaneya Neteweyî ya Rûsyayê ye. Ew ewil sala 1986’an hat çapkirin. Mamoste Hejar (Abdurrehamn Şerefkendî) Şerefname wergerand Soranî û berhem sala 1972'yan hat çapkirin. Lê wergerên bi zimanên din ji mêj hebûn. Hê sala 1669´an Mihemed Begê kurê Ehmed Begê (Katibê Mîr Şerefxan bûye) Şerefname wergerand Tirkî. Tenê 15 salan piştre katibekî Mustefa Begê yê bi navê Şamî yê ji Egîlê jî berhem wergerand tirkî. François Charmoy Şerefname wergerand fransî û salên 1873 û 1875’an ew li Saint Petersburgê dan çapkirin. Şerefname heta îro ji bo zimanên wekî erebî, îngilîzî, tirkî, rûsî, yewnanî, ermenî û gelek zimanên din jî hatiye wergerandin.

* Ji bo li ber hevgirtinê û her wiha ji bo agahiyên berfireh ên li ser destxet û wergerên Şerefnameyê binihêre li Anwar Soltani: http://kurdistanica.com/the-sharafnama-of-bitlisi-manuscript-copies-translations-and-appendixes/

Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Fîlmên kurdî li Antalyayê xelat girtin

ad

Vaye lîsteya fîlmên komedî yên herî serketî

ad

Kovarên kurdan stand vekirin

ad

Ceza li du nivîskaran birîn

ad

Siyasetmedarê alman: Bila leşkerên Ewropayê herin Rojava

ad

Bill Gates xelata Gandhî girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname