logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Ji Şikeftên Hîlarê deng û awaza stranên jinan bilind dibe

Hewa êdî germ dibe û bêhna biharê tê. Qadên pîrozbahiyan jî germ dibin. Konserên Amîdayê wê van qadan germ bikin. Ev kon

  • Dîrok: 02/03/2021
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Bîlal GULDEM / AMED / MA

Hewa êdî germ dibe û bêhna biharê tê. Qadên pîrozbahiyan jî germ dibin. Konserên Amîdayê wê van qadan germ bikin. Ev konsera di rêzê de bi mijara 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hat amadekirin. Di konserê de hunermendên jin distrên û hunera xwe nîşan didin.  

Konserên Dengê Qedîm ên Amîdayê bi organîzasyona Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) tên lidarxistin berdewam dikin. Bi organîzasyona DTSO'yê di aliyê hunerî de Ma Muzîk van konseran li dar dixe û li ser hesabên medya civakî tên belavkirin. Konserên ku ji Şikeftên Hesûnê ya Farqînê di meha cotmaha/kewçêra 2020’an de dest pê kir li Keleha Zerzevanê, navçeya Gêlê û navçeya Sûrê ya dîrokî berdewam kir. Di her konserê de hunermendên cuda û konseptên cuda cih girtin. Ev Konserên Amîdayê ji aliyê xelkê ve jî bi eleqeyek mezin tên  temaşekirin û ecibandin. 

Ji ber qedîmbûn û cihên dîrokî yên Amedê ji gelek netew, ziman, bawerî û çandan û şaristaniyan re malovaniyê kiriye, ji bo ku DTSO û Ma Muzîk balê bikişîne ser dîroka qedîm, çand û şaristaniya Amedê van konseran li dar dixin. 

MIJARA VÊ KONSERÊ 8’Ê ADARÊ YE 

Niha konsera di dorê de bi konseptek cuda ku stranbêj hemû ji jinan pêk tê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hat amadekirin. Ev konsera di rêzê de bi beşdariya Koma Jinan a Ma Mûzikê û sê solîstên jin ên ji Koma Kardeş Turkuler li Şikeftên Hîlarê yên bi ser Erxeniyê ve ku bi dîrokek xwe qedîm tê zanîn hat amadekirin. Dema meriv dibêje Şikeftên Hîlarê jî yek ji cihek ku tê gotin cara yekem li vir çandinî hatiye kirin û însan derbasî jiyana rûniştvaniyê bûne tê nasîn. 

KONSER DI 7’Ê ADARÊ DE TÊ NÎŞANDAN 

Konser di nav van şikeftên dîrokî de hat lidarxistin û dengê stran û awazên kurdî, tirkî, erebî, ermenî, lazî, suryanî û fransizî olan dan. Di konserê de 13 jinên hunermend cih girtin û bi fîstanên xwe yên xemilî reng dan konserê û wê reng û xemla hunera xwe bi wesîleya 8’ê Adarê êvara 7’ê adarê bi rêya platformên dîjîtal ango medya civakî saet li 20.00'an bên pêşberî dîrokhez û muzîkhezan. 

BI XEMLA XWE HETA CIHÊ KONSERÊ HATIN 

Hunermand serê sibê zû li cihê konserê amade bûn. Bi qasî du saetan provayên xwe kirin. Pişt re cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe kirin û heta ber şikeftan meşiyan û lîlandin û stranan gotin. 

Konser bi strana “Çelê Berçelan” dest pê dike û bi sirûda Fransizî ya ji bo jinan hatiye nivîsandin û strana "Meşkê" bi dawî bû. Di konserê de 14 stran hatin xwendin.

Cîgira Sekreteriya Giştî ya DTSO’yê Meryem Ozdemîr Ok, Endama Koroya Jinan a Ma Muzîkê Hêlîn Kiliçarslan û solîsta Kardeş Turkuler hunermend Bûrcû Yankin têkildarî konsera amade kirin, ji bo ajansa me axivîn. 

ARMANC DANASÎNA DÎROK Û ÇANDA BAJÊR E

Meryem Ozdemîr Ok bi bîr xist ku di mehên derbasbûyî de 4 konser amade kirine û ev konsera ji bo 8’ê Adarê ya 5’emîn e amade dikin. Ozdemîr Ok diyar kir ku konserên wan li cihên dîrokî didomin û di hedefa wan de li dar xistina 10 konseran heye û wan bi Şikeftên Hesûnê dest pê kiriye û niha bi Şikeftên Hîlarê didomînin. 

Ozdemîr Ok destnîşan kir ku di her konserê de stranên bi zaravayên kurdî hatine gotin û hunermendên cuda cih girtine. Ozdemîr Ok got ew û Ma Muzîk bi hev re konseran organîze dikin û li ser armanca konseran jî wiha got: “Armanca me ya bingehîn ew e ku em hem cihên dîrokî yên bajêr bidin nasîn hem jî çanda muzîka ji roboriyek dirêj heta îro tê bidin nasîn û di heman demê de di pêvajoya pandemiyê de moralê bidin însanan. Bertekên gelek baş û eleqeyek mezin ji bo konseran heye. Bi eleqeyek baş tên temaşekirin.” 

DÎROK Û JIN

Ozemîr Ok anî ziman ku amadekirina konsera jinan li Şikeftên Hîlarê li dar xistin ji bo wan gelek bi nirx û watedar e û got: “Li Hîlarê cara ewil genim hatiye çandin. Însan niştecih bûne û şopên serdema neolîtîkê li vir hene. Lewma ev konser gelek watedar e. Me xwest em konsera meha adarê bi 8’ê Adarê re bikin yek. Konser bi stranên zaravayên kurdî û zimanên cuda hat amadekirin.” 

Ozdemîr Ok da zanîn ku ew vê konserê bi wesîleya 8’ê Adarê diyarî tevahiya jinan dikin û ew vê rojê li jinan pîroz dikin. 

JI BO NEWROZÊ BERNAMEYEK TAYBET TÊ AMADEKIRIN 

Ozdemîr Ok anî ziman ku dê konserên wan li cihên dîrokê yên Amedê bidomin û ew ji bo pîrozbahiya Newrozê jî ne di terza konserê de lê bi konseptek cuda bernameya Newroza Amade ligel hin saziyên din amade dikin. 

‘EM DIXWAZIN HÊZ Û ENERJIYA JINAN NÎŞAN BIDIN’ 

Ji Koma Jinan a Ma Muzîkê Hêlîn Kiliçarslan jî bi bîr xist ku wan tevî vê Konsera 8’ê Adarê 5 konser amade kirine û konserên din li dar xistine serkeftî derbas bûne. Kiliçarslan anî ziman ku wan di konsera destpêkê ya li Şikeftên Hesûnê de meraq dikirin ka wê xelk çawa eleqe nîşan bide û got: “Bi rastî jî civakê eleqeyek mezin nîşanî konsera ewil û yên bi dû re jî dan. Gelek hatin temaşekirin û guhdarkirin.” 

Kiliçarslan da destnîşan kir ku 8’ê Adarê li pêşiya wan û wan xwestiye ji bo vê roja watedar di vê konserê de jinên hunermend hunera xwe nîşan bidin û got: “Me xwest em enerjî û hêza hunera jinan nîşan bidin. Me konserek ji 13 kesan pêk tê amade kir. Em bi piranî stranên gelerî strîn. Stranên bi zaravayên kurdî, zimanê tirkî, erebî, ermenî, suryanî hene. Me xwest stranên ku pir nehatine bihîstin derxin pêş.”  

JI BO XELKÊ KÊFXWEŞ BIKIN 

Kiliçarslan anî ziman ku ew bi van konseran dixwazin derûniya xelkê ku ji ber koronayê tevlihev bûye belav bikin û daxwaza wan ew e ku xelkê li ber dengê stran û awazan kêfxweş bikin. 

‘BILA KUŞTIN Û TUNDÎ WERE SEKINANDIN’ 

Kiliçarslan bal kişand ser kuştin û tundiya li ser jinan û got: “Rojane bi sedan jin tên kuştin û bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Em dixwazin tundî û kuştin were sekinandin. Bila keda jinan bi her awayî neyê windakirin û bi her awayî bila derkeve pêş. Bi vê wesîleyê 8’ê Adarê li tevahiya jinên kurd û cîhanê pîroz dikim.” 

HER TIM HUNERA JINAN LI PÊŞ XISTIN E

Endama Kardeş Turkuler Bûrcû Yankin jî diyar kir ku ew li ser daxwaza Ma Muzîkê bi awayek kêfxweş hatin û beşdarî vê konserê bûn û wan hefteyek amadekariya konserê kiriye. 

Yankin bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: “Pêwîst e jin bi awayek hêz û azad li her qadê jiyanê hebin. Em ji bo vê yekê jî têdikoşin. Me her tim di awaz û stranên xwe de deng û awaza jinan derxist pêş. Ev projeya me îro li dar xist jî ji bo vê yekê bû bersivek baş. Em jin li hev kom bûn û çand û hunera xwe li hev parve kir. Ev yek bû sedem em û jinên Ma Muzîkê hev nas bikin.  Em ji niha û şûn ve jî dixwazin ligel koma jinan a Ma Muzîkê xebatên din jî bikin. 8’ê Adarê ji bo me gelek girîng e. Roja azadî û têkoşîn û keda jinan e. Me her tim ji bo vê huner li pêş xist.” 

‘ÊŞA ME JINAN HEVPAR E’ 

Yankin destnîşan kir ku ew li ser vê axê her çiqas ji çandên cuda bin jî lê ew jin tev bi xwedî êşek hevpar in û got: “Nasnameya jinan hevpar e. Em cih û girîngiyê didin pir zimanî, pir çandî û pir muzîkê. Me di vê konserê de jî gelek ziman hibijartin. Heta ku ji destê me hat me cih da van zimanan. Em jin têkoşîna hebûn û nebûnê bi rê ve dibin. Bi vê wesîleyê ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim.” 

 


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

news
  • 11 04 2026

Dawiya hefteyê hin çalakî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji ber 'W'yê hat tewqîfkirin

ad

Li Hewlêrê pêşengeha peykeran

ad

Nuri Bilge Ceylan xelata Palmiyeya Zêrîn girt

ad

Leyla Zana: Heta kurdî nebe zimanê siyasetê pêş nakeve

ad

Zarokan Roja Ziman pîroz kir

ad

Kurtefîlm li 28 bajar, 41 zanîngehan têne nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname