Kerkûk
Ji ber sedema ku tevlî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bûne dosya 49 efserên kurd ji bo Dadgeha Leşkerî ya Mûsilê hate şandin.
Rêberiya Gişti ya Polîsên Kerkûkê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî nivîseke Wezareta Hundirin a Iraqê ku di 4’ê Nîsanê de şandiye Dadgeha Leşkerî ya Mûsilê, dosyaya 49 efserên kurd ji ber tevlîbûna wan a li referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bi armanca dadgehkirin ji bo Dadgeha Mûsilê hatine şandin.
Li gorî zanyariyan ew efserên kurd li rêveberî û fermangehên ser bi Rêveberiya Giştî ya Polîsên Kerkûkê kar dikin.
Di sala 2017’an de ku referandûm li Herêma Kurdistanê pêk hat, doz li wan hatibû vekirin. Lê, bi biryarek siyasî hatibû rawestandin. Îsal careke din bi qebûlkirina Wezareta Hundirin a Iraqê dosya hate vekirin.
Rojnews


