Diyarname
Çapemeniya Îranê ragihand ku 6 kesên ku ji bo beşa farisî ya BBC dixebitîn hatin girtin.
Dewlet îdîa dike ku van kesan der barê Îranê de nûçeyên neyînî nivîsandine. BBC ragihand ku ew kes ne xebatkarên BBC ne
Malpera Mala Mafên Mirovan a Îranê navê 5 belgefîlmkarên ku hatine girtin eşkere kir: Nasser Saffarian, Mojtaba Mirtahmasbi, Hadi Afarideh, Mohsen Shahrnazdar û Katayoun Shahabin.
Ji van Mojtaba Mirtahmasb ji bo 48'emîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê hatibû vexwendin lê ji bo wî dewletê biryar dabû ku derketina wî ya derveyî welat qedexe ye. Mojtaba Mirtahmasb tevî derhêner Cefer Penahî ku ew li malê hatiye hepiskirin fîlmekî bi navê "This Is Not A Film" kişandibû. Ev fîlm bi awayekî veşarî derxistibûn derveyî Îranê. Di fîlm de Penahî qala dema xwe ya di hepsa malê de dike.
Ger biryara qedexeya derveyî welat nehata dayîn derhêner Mojtaba Mirtahmasb dê 28'ê vê mehê de biçûya Fransayê, paşê dê derbasî Festîvala Fîlman a Torontoyê biba.


