logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Festîvala Sûc û Cezayê dest pê kir

Festîvala Sûc û Cezayê bi merasimekê dest pê kir. Di festîvalê de fîlmên derhênerên kurd jî hene.

  • Dîrok: 25/09/2011
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz


Festîvala Sûc û Cezayê bi merasimekê dest pê kir. Di festîvalê de fîlmên derhênerên kurd jî hene.


1’emîn Festîvala Sûc û Cezayê ku ji aliyê Zanîngeha Hiqûqê ya Stenbolê ve bi piştgiriya Şaredariya Bahçeşehira Stenbolê tê li dar xisten, êvara 24’ê mehê bi merasimekê dest pê kir. Di merasima ku li Bexçeyê Zanîngeha Stenbolê Beşa Hiqûqê li dar ket de, Wezîrê Çand û Tûrîzmê yê Tirkiyeyê Ertugrul Gunay, Serokê Festîvalê û Dekanê Zankoya Hiqûqê yê Zanîngeha Stenbolê Adem Sozuer, hîndekar, rojnameger, sînemager û gelek mêvanên din amade bûn.


Rû bi rû hatina li paşerojê

Dekanê Zankoya Hiqûqê yê Zanîngeha Stenbolê Adem Sozuer  di axaftina xwe ya destpîka festîvalê de got ku mirovan ji bo şîna Adnan, Menderes, Deniz (Gezmiş), Erdal (Eren) bidomînin navên wan li zarokên xwe kirin. Gere em bi paşeroja xwe re rû bi rû bibin lê bi axaftinê, bi nîqaşkirinê, ne bi şer. Ger em vê rû bi rûbûna bi paşerojê re em bi pêvajoyên şaş çêbikin, emê şînên nû, travmayên nû derxin holê. Ji bo vê rû bi rûbûna paşerojê em vê festîvalê li dar dixin. 

Di festîvala ku heta 30’ê vê mehê li dar de ji 40 welatî li dor 80 fîlmî têne nîşandayîn.


Fîlmên li ser sûc û cezayê

Festîvala ku li Tirkiyeyê di warê xwe de yekemîn de dike ku di warê hiqêqê, binhêkirina mafên mirovan de hem fîlmên ku li ser sûc û cezayê hatine kişandin pêşkêş bike, hem jî bi panel û sempozyûmên ku dê li dar bixe balê bikişîne ser vê yekêb

Fîlmên festîvalê li Salonên Amfiya Yekemîn a Zanîngeha Hiqûqê ya Stenbolê û Salona Doktorayê (fîlmên li van her du deran bê pere), dîsa li Salona Sînemaya Beyogluyê ya li Beyoglu, li salona Sînemayê ya City Life ya li Nîşantaşi û li Salona Şanogeha Muhsin Ertugrul a Bahçeşehîrê  (fîlmên li van deran jî bi buhaya 6 û 4 TL’yar) têne nîşandayîn.

Di festîvalê de fîlmên di bin beşên wekî “Hiqûq û mafên mirovan ê daliqandî”, “Teraziya edelatê”, “Eşq û sûc, aşq û ceza”, “Çîrokên sûcê”, “Panorama”, “Pêşbaziya kurtefîlman” de têne nîşandayîn.


Fîlmên kurdan û hinên balkêş

Di festîvalê de fîlmê derhênerê kurd Şiyar Ebdî yê bi navê “Meş” ku di beşa fîlmên metrajdirêj de ye tê nîşandayîn. Di beşa pêşbaziya kurtefîlman de ji çend kurtefîlmên derhênerên kurd hene. Ji van “Piştî Îlonê” yê Ramazan Guneş, “Torosên Cinawir” ê Firat Yavuz, “Xwîn” ê Serhat Karaaslan hin jêne.

Di festîvalê de belgefîlmê Necati Sonmez “İbret Olsun Diye” (li ser darkekirinên li Tirkiyeyê), “17 Saet / 17 Hours” ê derhênerê spanyolî Chema de la Pena (li ser 200 leşkerên ku parlemena Spanyayê dagir dikin û 350 mebûsan dîl digirin), “Revandin û kuştin / Secuestro Y Muerte” yê Rafael Filipelli (li ser salên 70’ê yên Arjantînê), “Eylul” ê Atif Yilmaz, “Golgeler ve Suretler” ê Derviş Zaim, “Rû bi rûbûna bi Komkujiyê re / Facing Genocide” ê David Aronowitsch (li ser salên 1975-79 ên li Kamboçyayê ku dewletê komkujî pêk anîbû) û gelek fîlmên din ên balkêş li benda temaşevanan in.


Semîner û panel

Di festîvalê de gelek semîner û panel jî hene. “Di dîroka Tirkiyeyê de Derbeyên Leşkerî”, “Ji aliyê perspektîfa hiqûqî ve li Tirkiyeyê Derbe”, “Polîtîkayên derbeyê”, “Piştî Şerê Sar pêşketinên li Yekîtiya Sovyeta bere”, “Di çarçoveya sûc û cezayê de psîkiyatrî û sînema”, “Eşq sûcek eşq?” hin ji wan in. Her wiha sempozyûma “Di çarçoveya dewleta hiqûqî de rû bi rû bûna bi paşerojê re” jî heye ku du rojan dê bidome. Dîsa yek ji xebatên festîvalê jî “Semînerên Sînemayê” ne ku roja 23’yê mehê dest pê kirin, 24’he mehê dom kirin û di 26’ê mehê de bi dawî dibin. Di van semîneran de jî Ayla Algan, Semir Aslanyurek, Ugur içbak, Onur Saylak, Alper Kirklar, Umit Unal û Yamaç Okur her yek di warê xwe de dersê didin.



Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

news
  • 11 04 2026

Dawiya hefteyê hin çalakî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji Hunergeha Welat vê carê li Keleha Caberê klîb kişand

ad

Li dadgehê dengê 'Ez li vir im' bilind bû

ad

Xelata Rûmetê ya Şerê Zêrîn didin Sigourney Weaver

ad

Dema serîlêdana berendamtiyê

ad

Jiyana Manî pêxember

ad

Şaredar Akengîn birîndar bû, kesek mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname