Diyarname
40'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê bi nîşandayîna fîlmên meha gulanê didome. Fîlmê vê mehê dê roja 6'ê gulanê dest pê bikin û heta 16'ê gulanê bidomin.
Festîvala ku ji aliyê ÎKSV'ê ve tê organîzekirin îsal jî ji ber pandemiyê online tê lidar xistin. Meha borî bi fîlmên ji derveyî Tirkiyeyê ji festîvalên navdar anîbûn dest pê kiribûn û vê meha ê û meha pêşiya me dê bidome.
Bilêtên fîlmên vê mehê roja 5'ê mehê ji ser passo.com.tr dê firotina wan dest pê bike. Beşa yekem a nîşandayîna fîlmên vê mehê di navbera 6-16'ê mehê de ye û ji ser filmonline.iksv.org ra têne nîşandayîn. Di vê beşa yekemîn de 9 fîlm hene. Beşa duyem jî dê piştî 20'ê mehê dest pê bikin.
Ji fîlmên di nav bernameyê de fîlmên xelatgir hene. Ji wan didu îsal di Festîvala Fîlman a Berlînê de bi ser ketibûn: "Forest – I See You Everywhere" (Daristan-Ez li her derê te dibînim) di warê Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî de Xelata Hirça Zîvîn girtibû. Fîlmê "Mr Bachmann and His Class" (Mîrza Bachmann û Pola Wî) jî di heman festîvalê de bi Xelata Juriyê ya Taybet Xelata Hirça Zîvîn hatibû xelatkirin..
Belgefîlmê "Writing with Fire" (Ligel Agir Nivîsîn) li Festîvala Sundance Xelata Temaşevanan girtibû. Dîsa fîlmê "Night of the Kings" (Şeva Qralan) li ser navê welatê Qeraxa Ajê ketibû lîsteya kurt a Oscarê.
Her wiha fîlmê "The Human Voice" (Dengê Mirovan) ê Pedro Almodovar ku ji lîstika Jean Cocteau ya bi heman navî hatibû girtin jî derdikeve pêş.
VA NE FÎLMÊN VÊ MEHÊ:
- 6 Gulan, Pêncşem, 21.00 – 11 Gulan, Sêşem 21.01
Dunyanin En Guzel Oglani / The Most Beautiful Boy in the World / Kristina Lindström, Kristian Petri
- 7 Gulan, În, 21.00 – 12 Gulan, Çarşem, 21.01
Krallarin Gecesi / La Nuit des Rois / Night of the Kings / Philippe Lacote
- 8 Gulan, Şemî, 21.00 – 13 Gulan, Pêncşem, 21.01
İnsan Sesi / The Human Voice / Pedro Almodovar
- 8 Gulan, Şemî, 21.00 – 13 Gulan, Pêncşem, 21.01
Sinir Krizinin Eşigindeki Kadinlar / Mujeres al borde de un ataque de nervios / Women on the Verge of a Nervous Breakdown / Pedro Almodovar
- 9 Gulan, Yekşem, 21.00 – 14 Gulan, În, 21.01
Orman – Seni Her Yerde Goruyorum / Rengeteg – mindenhol látlak / Forest – I See You Everywhere / Bence Fliegauf
- 13 Gulan, Pêncşem, 21.00 – 18 Gulan, Sêşem 21.01
Ateşle Yazmak / Writing with Fire / Sushmit Ghosh, Rintu Thomas
- 14 Gulan, În, 21.00 – 19 Gulan, Çarşem, 21.01
Gezegen / El Planeta / Amalia Ulman
- 15 Gulan, Şemî, 21.00 – 20 Gulan, Pêncşem, 21.01
Bay Bachmann ve Sinifi / Herr Bachmann und seine Klasse / Mr Bachmann and His Class / Maria Speth
- 16 Gulan, Yekşem 21.00 – 21 Gulan, În, 21.01
Suzanna Andler / Benoît Jacquot
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
- Fîlmên Festîvalê li benda temaşevan in
- Li fîlmên rengîn ên Hitchcock temaşe bikin
- Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê dike
- Festîvala Stenbolê navê Serokê Juriya Neteweyî eşkere kir
- Bi ser online re fîlmên ji festîvalên navdar hatine têne nîşandayîn
- Ji bo Festîvala Stenbolê dema serîlêdanê dest pê kir


