AMED
Komîsyona 21'ê Reşemiyê biryar girt ku li sê bajaran, li bajarên Amed, Wan û Cizîrê mitîng li dar bixe.
Komîsyona 21’ê Sibatê/Reşemî ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve hatibû avakirin. Komîsyonê kampanyaya bi armanca “Zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” dabû dest pê kirin. Ji bo vê yekê hem rû bi rû, hem ji ser online re îmze hatibûn berhevkirin. Niha jî komîsyan li sê cîhan, sê mîtîngan li dar dixe. Li gor biryarê dê li Amed, Wan û Cizîrê mitîng bê li dar xistin.
Mîtîng bi diruşmên wekî “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” û “Bila sedsala 21’êmîn bibe sedsala zimanê kurdî” tê li dar xistin.
Li gor bernameyê 3'yê pûşperê/hezîranê li Cizîr, 4’ê mehê li Wanê û 7’ê jî li Amedê wê mitîng li dar bikeve.
MA - Diyarname


