Amed
Îro gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî hat xirakirin.
Elçî di sala 2015'an de li Sûra Amedê di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin. Gora wî li Goristana Yenîkoya Amedê bû û îro hinan êrîşê gor kirine. Li gor nîvro hat ferqkirin ku şîşên hesinî yên dora gor hatin rakirin û gor hatiye texrîbkirin.
Hat gotin ku meseleya diziyê ye, dizan şîşên hesinî birine..
Ji MA'yê hatiye girtin


