Diyarname
Îro li Îsraîlê hikumetek nû ava bû. Hikumeta ku wekî koalîsyon e û ji 8 partiyan pêk tê îro li Meclisê li hemberî 59 dengan bi 60 dengan hat ser kar.
Serokê partiya Yamina Naftalî Bennet jî bû Serokwezîrê Îsraîlê. Ev 12 sal bûn Netanyahu li Îsraîlê Serokwezîr bû.
Partiya Yamina wekî partiyeke rastgir tê nasîn. Li gor peymana koalîsyonê Bennet ku bû Serokwezîr dê heta rezbera 2023'yan li ser kar be. Ger hikumet xira nebe piştî wî jî endamê din ê koalîsyonê Serokê Partiya Yesh Atid ê bi navê Yair Lapid dê serokwezîrê bigire ser milên xwe.
Li Îsraîlê rêveberî her bi nîqaş bû. Di du salan de çar caran hilbijartin çêbû. Di hilbijartina dawî de partiya Netanyahu Partiya Likud ji 120 kursiyên li meclisê 30 kursî bidest xistibûn. Lê di hevdîtinan de Netanyahu nekarî koalîsyonê çêbike, loma mafê sazkirina koalîsyonê dan Partiya Yesh Atid (Pêşeroj Heye). Yesh Atid 17 kursî bi dest xistibûn.
Ev 8 partiyên di nav koalîsyonê de bi giştî 62 kursiyên wan hene.
Kurdekî bû Serokê Meclisê
Li aliyê din ji bo Serokatiya Meclisê jî hilbijartin çêbû. Mickey Levy ji 120 dengên mebûsan 67 deng girtin û bû Serokê Meclisa Îstaîlê.
Levy roja 21'ê pûşpera 1951'ê de li Qudsê hatiye dinê. Levy bi eslê xwe kurd e, dê û bavên wî ji Cizîrê. Wî leşkeriya xwe di nav artêşê de peki Pereşûtkar temam kir. Paşê beşdarî polîsan bû û di hin astan de wekî polîs peywir girt ser milên xwe. Di navbera salên 200-2004'an de Berpisê Polîsên li Qudsê bû. Wî di navbera salên 2013-2014'an de Cîgiriya Wezîrê Maliyeyê kir. Roja 13'yê pûşperê ew bû Serokê Meclisa Îsraîlê.
Biden pîroz kir
Li aliyê din Serokdewletê DYA'yê Joe Biden li ser sazbûna Hikumeta Îsraîlê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Biden, Bennet pîroz kir û got ew bi çar çavan li bendê ne ku bi hev re bixebitin.


