logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  3. Messi, tu çi şexs î ?
  4. Pirtûka 'Tayek Por' derket
  5. Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê
news-details

Şivan Perwer: Kî neyê dora masa danûstendinê niyetxirab e

Şivan Perwer li ser rewşa dawî axivî û got ku kî neyê danûstandina niyetxirab e û ev lê zêde kir, "Ger bixwazin ez dikar

  • Dîrok: 20/06/2021
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Şivan Perwer li ser rewşa dawî axivî û got ku kî neyê danûstandina niyetxirab e û ev lê zêde kir, "Ger bixwazin ez dikarim herim Hewlêrê û navbeynkarîbikim."

Ozanê bi nav û deng Şivan Perwer şeva yekşemiyê tevlî bernameyeke taybet ya Sterk TV bû û bersiva pirsên rojnameger Gulistan Çiya Ike, Diyar Ciwan û Hindirên Hewraman da.

Ji rojeva siyasî bigire heta mijarên dîrokî û hunerî Perwer bersiv da gelek pirsan.

Pirsa pêşî ku ji Şivan Perwer hat kirin aloziya di navbera PKKê û PDK de bû ku ev demeke li başûrê Kurdistanê êdî gihîştiye asteya şerekî germ yê navxweyî.

RÊYA MAQÛL

Perwer pir vekirî, şerê nava kurdan wekî felaket û malkambaxî pênase kir û got: "Eger hêzên kurd şerê hev bikin tu fêdeya kurdan jê çênabe, tenê dewletên desthilatdar û dinya alemê bi xwe dikenînin. Rêya herî maqûl danustendin e. Kî rêya diyalogê û danûstendinê red bike ew şerxwaz û niyetxirab e."

Li ser pirsa temaşevanan, Perwer got bi şertê ku aliyên dijber qebûl bikin, ew amade ye wekî navbeynkar biçe Hewlêrê û meseleyên bi nakok bi aliyan re biaxive û eger îcab bike ew dikare li hember hevkuştina keç û xortên kurdan xwe bike mertalê zindî jî.

Li ser pirsekê, Şivan Perwer pergala siyasî û aborî ya li başûrê Kurdistanê rexne kir û bal kişand ser dewlemendbûna neheq ya hin rêvebirên siyasî.

RÊBAZA MELE MISTEFA BARZANÎ

Perwer da zanîn li ser van rexneyan hin derdoran xwestin çûyîna başûrê Kurdistanê lê qedexe bikin û wiha axivî: "Rêbaza Mele Mustefa Barzanî baş bû, li ser ked, xebat û tekoşînê ava bûbû. Di rêbaza wî de edalet û parvekirin hebû. Kek Mesûd jî dişibe bavê xwe. Lê ev nifşa nû ne wisa ye. Ew di nava pereyan de mezin bûn. Ji ked û edaletê dûrketine. Pir heyf e. Piştî ew qas, ked, xebat û xwîna bi hezaran pêşmergeyan, behsa mal û milkê xwe û pereyên xwe dikin mirov aciz dibe."

Hunermendê navdar di navbera her mijarî de bi israr got ew di siyaseta nava partiyan de tu car alî nagire û ew dixwaze kesayetiya xwe ya hunermend û netewî biparêze.

ÇÛYÎNA AMEDÊ

Mijareke din ku derheqê wê de hem rojnamegeran hem jî temaşevanan pirs jê kirin, di sala 2013'yan de tevlîbûna wî ya mîtînga AKP'ê ya li Amedê bû ku bi Îbrahîm Tatlises re cara yekem derketibû ser heman sahneyê. Şivan Perwer wiha axivî: "Gelek kesan çûyîna min ya Amedê wekî xiyanet pênase kirin, lê ev ne rast e. Di deh salan de, pirî caran AKP mirov şandin pey min ji bo ez biçin Stenbol yan jî Amedê, lê min tim red kir. Lê dem hat pêvajoya aştiyê çêbû, atmosfer nerm bû, li ser îsrara Kek Mesûd Barzanî min qebûl kir pê re biçim Amedê. Me hêvî kir ku çareseriyeke bêşer çêbe. Lê min fêm kir ku hemû sozên ku rêvebirên Tirkiyeyê didin tev derew in, defik in. Rîca min ji kurdan ew e ku tu car baweriya xwe bi sozên wan neynin."

XWEZAYA MEZOPOTAMYAYÊ

Şivan di dema wê çûyîna xwe de, derheqê xwezaya Mezopotamyayê de jî behsa çavdêriyên xwe kir û got: "Ji Sînorê Îbrahîm Xelî heta Amedê em di ber Dîcle re derbas bûn, ez rastî tu daristanekê nehatim. Ava Dîcle ku dikare rih û can bide xwezaya heremê vala diherikî. Fêde jê nehatibû dîtin. Dar, daristan bax û bostan nehatibûn çandin. Meyfa min pê hat. Ez pir li ber ketim ku mêjiyê civaka me hê nehatiye wê astê ku karibe qet nebe xwezaya xwe geş bike."

OZAL BANGÎ MIN KIR

Bi mijara çûyîna Tirkiyeyê re girêdayî Şivan Perwer behsa diyaloga xwe ya bi Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Turgul Ozal re kir û got "Hê di sala 1989'an de, ji min re têlefonek hat, gotin Turgut Ozal dixwaze bi te re biaxive, ez şaş mam. Min rahişt têlefonê, erê Turgut Ozal bû. Ji min re got were em meselaya kurdî hal bikin. Min got ma hûnê bi min çawa çareser bikin. Tu hêzeke min ê siyasî tune ye. Ez tenê hunermenkî me. Eger niyeta we hebe, ya baş hûn vê mijarê bi muxatabên xwe yên siyasî re biaxivin. Piştî demekî ji xwe bi rêzdar Ocalan re ket tekiliyê û agirbest pêk hat."
DAXWAZA ÇÛYÎNA ROJAVA

Derheqê mijarên hunerî de jî Şivan Perwer da xuya kirin hêz û tecrubeya wî îro ji herdemê zêdetir e, ew amadekariya albumeke nû dike û got: "Eger organîzasyoneke were amade kirin û ew were vexwendin ew bi kêfxweşî dixwaze biçe rojavayê Kurdsitanê jî."

Şivan Perwer got, "Ger her du alî bixwazin ez amade me wekî navbeynkar herim Hewlêrê û meseleyên bi nakok bi aliyan re biaxivim."

Parve Bike

Youtube Me

Li vê aramiyê binêrin

news

Nanê Gel li benda gel e

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 07 2026

Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê

news
  • 13 07 2026

Serokê Saadetê çû serdana Demîrtaşî

news
  • 12 07 2026

Kraliyeta Brîtanyayê zora Kraliyeta Norwecê bir!

news
  • 11 07 2026

Helbestvan Ahmet Telli mir

news
  • 10 07 2026

Ji bo navê Kobanî çalakî li dar xistin

news
  • 10 07 2026

Kursa etnomuzîkolojiyê ya bi kurdî li benda serîlêdanê ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Li bakurê Îtalyayê jî referandûm li dar dikeve

ad

Di çîrokên hin nivîskarên kurd de şaşiyên teknîkî

ad

Vexwendina ji bo Mîhrîcana Cudî Nuh hate kirin

ad

'Ez Kurdim' hat kişandin

ad

Festîvala Fîlmên Kurdî xatir xwest

ad

'Mem û Zîn' bi şêweyeke nû li ser dikê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Messi, tu çi şexs î ?

  • 16 07 2026
news

Pirtûka 'Tayek Por' derket

  • 16 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname