Nîhad KERHO / KOBANÎ / ANHA
Piştî du salan ji perwerdeyan, cara yekemîn e ku li stadên herêma Firatê tûrnûvaya futbolê ya jinan li dar dikeve.
Li bajarê Kobanî roja 29`ê Hezîrana/Pûşpera derbasbûyî tûrnûvaya futbolê ya jinan dest pê kir û li ser asta herêma Firatê ev yekemîn tûrnûvaye ku li dar dikeve.
Bi beşdariya 7 tîman " El-Umal, El-Wihdê, El-Terbiyê, Berxwedan, El-Firat, Nisrîn û Roşîn" hemû maç li ser stada "Hevaltiya Kobanê û Nerwic" tê lîstin.
Di her maçekê de du qonax hene, dema her qonaxekê ji wan 25 deqe ye, lê her tîmek di qonaxa yekemîn dê 6 maçan bilîzin û di qonaxa duyem de jî wê 6 maçên din bilîze.
Piştî perwerdeyên ku du salan dirêj kir, di her heft tîman de derdora 75 lîstikvanên jin ên ji herêma Firatê dilîzin.
'BI ŞOREŞÊ RE JIN LI HER QADÊ NE'
Hevseroka Nivîsgeha Lîstikên Jinan a Herêma Firatê Mîdya Mihemed axivî û got cara yekemîn e ku li herêma Firatê lîstikên jinan peyda dibin, nexasim di aliyê futbolê de.
Mîdya Mihemed ev li gotina xwe zêde kir: "Berî şoreşa Rojava, lîstkên taybet ên jinan tune bûn, lê bi destpêkirina şoreşê re jinan di hemû qadan de, hebûna xwe isbat kir û ked da, da ku bigihêje astên bilindtir."
Mîdya Mihemed bang li gelê herêma Firatê kir ku rê bidin keçên xwe da ku werzîşê bikin û tê de rola xwe bilîzin.
Berî ku tûrnûvaya jinan dest pê bike, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê ruxset da tevahiya tîmên beşdarî tûrnûvayê bûne, da ku mafên tîm were parastin.
'EV GAVEKE GIRÎNG E'
Serokê Klûba El-Wihdê ya Futbolê Xoşman Mistefa axivî û got: "Destpêkirina tûrnûvaya jinan a li herêma Firatê gaveke girîng e da ku bi vîna xwe rêya xwe vekin."
Mistefa bangî destekdayîna ji bo vê tûrnûvayê kir.
Turnoveya futbolê ya jinan a li herêma Firatê dê sê mehan dewam bike.


