Diyarname
Li bajarên Bakur heta niha germeke wisa nehatibû pîvan. Cizîrê bi pîleya germê ya 49.1'ê rekora xwe ya berê şikand.
Midûriyeta Giştî ya Metorolojiyê ya Tirkiyeyê pîleya germê ya li Cizirê roja 19'ê mehê wekî 49.1 tomar kir û ev pîle wekî pîleya herî bilind qeyd kir. Berî vê dîsa bi pîleya 49'an rekor di destê Cizîrê de bû.


