Diyarname
50 hunermendên kurd li Almanyayê hatin ba hev, dijî operasyonên li Başûr û dijî birakujiyê derketin û banga yekîtiyê kirine.
50 hunermengên kurd li bajarê Kolna Almanyayê hatin ba hev. Hunermend Seyîdxan, Hozan Diyar, Şivan Perwer, Beser Şahîn, Emekçî, Canê, Denîz Deman, Murat Yapiştiran, Cevad Merwanî, Comerd, Ganî Nar, Kawa, Peywan Arjîn, Memo Gul, Ali İkizer. Dilêr; derhêner Ersin Çelik, wênesaz Mîrê Hekan, Alî Zulfîkar, helbestvan-bestekar Hekîm Sefkan, şanoger Mîrza Metîn, lîstikvan Kêjan, komedyen Şîrîn û Dîrektorê Ensîtuya Kurd-Almanê muzîkar Hakan Akay jî di nav de bû.
Wergêr Jemal Hacî moderatoriya civînê kir û hunermendan li ser pirsa li hemberî hewldanên Tirkiyeyê yên li Başûr em dikarin çi bikin nîqaş kir.
Vane ji axaftinan çend gotin:
- Hozan Diyar: Gelê Kurdistanê berdêlên mezin dan, niha em dixwazin bibin xwedî statu. Mercên vê têne avakirin. Niha Tirkiye dixwaze li nav kurdan şer pevçûnê derxe û serketina kurdan têk ibe Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê 70 baregeh çêkirine û di nav amadehiyeke mezin de ye. Statuya Başûrê Kurdistanê di nav talûkeyê de ye. Ger birakujî çêbe emê sed salek din winda bikin. Divê kes nebêje ev min eleqedar nake.
- Hekîm Sefkan: Heta niha birakujî her bi me daye windakirin. Li Rojava partiyên siyasî dema tên ba hev Tirkiye cih de dikeve navberê. Ew vê baş dizanin, dema kurd yekîtiya xwe çêbikin dê desthilatdariya wan li wir xilas bibe. Loma ji bo pêşîlêgirtinê çi ji dest bê dikin.
- Hozan Comerd: Bi çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Şengalê, paşê Hewlêrê û Rojavayê kirin. Em yekîtiya xwe çêbikin dê dinya bibe heyranê me.
Şivan Perwer, Beser Şahîn, Murat Yapiştiran û hunermendên din ku axivîn jî qala berdewamkirina hewldanên hunermendan kirin.


