Diyarname
Serokê berê yhe Federasyona Komeleyên Kurdan a Sovyeta Berê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev di 74 saliya xwe de ji ber vîrusa koronayê mir.
Kinyazê Îbrahîm 20 rojek berê ji ber vîrusê li Kazakistanê ji ber vîrusê biribûn nexweşxaneyê lê nefilitî. Kinyazê Îbrahîm roja 8'ê gelawêja 2021'ê mir.
Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev ku wekî Kinyazê Îbrahîm dihat nasîn roja 1'ê gulana 1947'an li gundê Zengibasar a Ermenistanê hatibû dinê. Wî li Ermenistanê xwendibû û doktoraya xwe jî li wir li ser ziman, dîrok û zanistên rojhilat çêkiribû. Wî heta sala 1990'î Serokatiya Beşa Zimanên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Dewletê ya Ermenistanê kiribû.
Kinyazê Îbrahîm ku li Zanîngeha Saint Petersburgê li ser Fîlolojiyê pênaseya profesoriyê girtibû vegeriyabû Kazakistanê û li Zanîngeha Dewletê cîgirê rektor bû. Herî dawî ew Cîgirê Serokê Meclisa Gel a Kazakistanên bû. Wî di jiyana xwe de di nav gelek komeleyên kurdî de xebat kir û peywir girt ser milên xwe.
Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev heta niha gelek pirtûk li ser ziman, çand, dîrok û wêjeya kurdî nivîsandibûn.
Cenaze li Aşibulaxê hat definkirin
Cenazeyê Kinyazê Îbrahîm bi beşdariya hevalên wî û hin kurdan roja 9'ê gelawêjê li goristana kurdan a li gundê Aşibulaxê yê nêzî Almataya Kazakistanê hat veşartin. (Ev paragraf rojek paşê, 9'ê mehê li vê nûçeyê hatiye zêdekirin)


