logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Gava mirov ji ‘cîgeha sifir’ê li jiyanê binêre

Niqteya sifirê, ji bo hemû dûrî û nêzîkiyan xwedî heman qonaxê ye. Gava ku mirov ji cihê vê niqteya herî bêbandor çavê x

  • Dîrok: 12/10/2011
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz

Niqteya sifirê, ji bo hemû dûrî û nêzîkiyan xwedî heman qonaxê ye. Gava ku mirov ji cihê vê niqteya herî bêbandor çavê xwe li jiyanê bigerîne, ev ê jî bi xwe re avantaja “serweriya” hemû dorgehê bide mirovî.
Ji vê niqte/cîgehê ve tu ji bo hemû “başî” û “nebaşiyan” di heman dûr û nêzîkiyê de yî.
Ji ber ku tu bi heman dûr û nêzîkiyê li fikr û jiyana mirovan dinêrî, kes bi pêşdarazî û nêzîktêdayînên polîtîk li gel te têkiliyê durist nake û li ser wê li te nanêre. Lewra mirov jî ne wekî ku dixwazin, wekî ku difikirin û wekî xwe nêzîktêdayînê bi te re çêdikin. Ji ber ku tu ji bo wan “kesekî/e bêtesîr î” û ji ber hindê jî ew tu “xweziyeke” madî û manewî  ji te hêvî nakin. 
Tu li vê cîgeha sifirê, ji hemû “sîfet û pênas”, “etîket û pênavên” civakî û komelî bêpar î, ji “çep” û “rast”ên raman û pêlên ramanî ve jî “giraniya te” eynî ye û tu tenê li derazinkên “sifir” û “di bin wê de” yî.
Hebûn û nebûna te qet ferq nake. Heman tişt e. Tu li ber dilê tu kesî “nîn î”, tenê li cîgeha “tune û hîçê” di ber pêl û verêja jiyanê bêyî ku bêyî dîtin û bi hebûna te bihesin/giraniyeke te hebe, gêr dibî û diçî.                  
Serhengên hemû romanên min, ji vê cîgehê ve berê xwe didin jiyanê. Ji ber hindê jî, ew xwedî nêrîneke berfireh û piralî ne. Ji lew re ew bi çarçoveyeke gelek berfireh û ji kûrahiyê de, bêyî ku xwe li hukm û darazan ragirin, bûyer û helkeftan dinirxînin/diseridînin. Di bêjînga xwe dixin. Rûdanên ku bi awayekî normal em nebînin, an jî ji ber pestên siyasî û polîtîk, an jî şermizandina civakî û derdorê em newêrin an jî naxwazin bibînin, dibînin û xwe dadihêlin/berdidin nav xêzik û rehikên herî tenik û zirav ên jiyanê yên “di nav rêzikan” re û wan li ser tara xwe diseridînin. Li moxila hest û ramanên xwe didin û dihêrin.
Ji bo nivîserekê ku ji cîgeha sifirê binêre û bişêt ji wê derê ve helsengrîne, avantajeke mezin e.
Ji ber ku xwe ji dubendî û duserîtiya jiyanê pak kiriye û bi heman dûr-nêzîkiyê li bûyer û pêkhatinan dinêre. Her wiha li cîgeheke wisa ye ku “dikare” awayê nêzîktêdayîn û nirxandina her kesê/her alîyî bide ber ronahiya hizirtêkirina xwe. Ew bi çavên serê xwe bersiva pirsên ‘kî, çi, ji bo çi û çawa dike’ dibîne û dikare ji vê cîgehê ve palpişt û paşxaneya helkeftan derîne ser berikê. Ji ber vê ye, xwedî şiyana rexnekirinê ye. Çi ko girêdayî çi zincîreke “aydîyetê” nîn e ku wî asê bike ku li gorî wê, fikra xwe bide pêş. Ew xwe “mecbûrî” tu kes û aliyan nabîne, ji ber vê jî, dilê wî rehet û aram e. Rihê wî azad e.
Cîgeha sifirê, krîstalîze û zelalbûna ramanê ye. Saf û pakbûna hestan e. Azadbûna xweseriya însên e, ew niqte ye ku perdeyên li ber rastiyê tên kişandin û mirov di “tara behûnê” de diseride û dipişêve.
Ji ber hindê jî, li vê cîgehê, ne mirin, jiyan tê pîrozkirin, ne şer, aştî tê daxwazkirin û li ser vê binemayê mirina mirovekê mirina/qirlêketina/qirbûna hemû mirovahiyê ye. Ev qiyamet e.  
Ji ber vê,
Ji cîgeha sifirê ve banga me ye ji mirovahiyê re;
Werin em bi hev re hemû kumên “aydîyetê”, cil û bergên demargirîyê/nijadperestiyê biêxin
Û tenê wekî însaneke rût û tazî, ji cîgeha sifirê lê binêrin
De ka bibêjin; Çi ferqa me heye?
Ev dinya têra me hemûyan dike û ji ber me dimîne jî!

omerdilsoz@yahoo.com


***

Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- “Xweseriya Demokratîk” û modela Başûr
- Li ser “Bendewarên Adarê” a Mihemed Ronahî
- Çîroka ‘Gulava’ Sîdar Jîr pir nas û diltezîn e
- Barbarê Kawa Nemir
-
Di romana kurdî de qonaxeke nû: ‘Meryema’ya Sebrî Silêvanî
- “Zeraq”ê daye Mirina/Kuştina Bêsî
- Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî
- Kê, çima ÎBO birîndar kir?
- Dîjle can, 6 heyv e ronahî didî jiyana me
- Êvarek ji zivistana gundî
- Kurdistana 2011'an…
-Çîroka herî kin
- Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirş e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Asya Ebdullah-Aysel Tugluk

ad

Ji ber rewşa Tirkiyeyê maça GS û Madrîdê jî hat betalkirin

ad

Xewna Şêrzad Hesen îdeolojiya serdestan e

ad

8 sedemên kişandina cixareyê

ad

Xelata Arjen Arî hat dayîn

ad

Klîba Hefteyê: Pengun jî diziyê dikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname