logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Oxir be Şêrko yê ezîz

Şêrko Celal şêwekarekî jêhatî bû. Lê ne tenê şêwekariya wî, ew di heman demê de bernameçêkerekî baş bû. Sala 2021´ê êdî

  • Dîrok: 31/08/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman GULDIVÊ

Şêrko Celal şêwekarekî jêhatî bû. Lê ne tenê şêwekariya wî, ew di heman demê de bernameçêkerekî baş bû. Sala 2021'ê êdî wî arşîva medyayî ya herî mezin a şêwekarên kurd bi bernameyên xwe çêkiribû. Ji Roj TV ve em wî nas dikin. Ew bi rêya birayê xwe Rehber Celal berê xwe dide huner û xasma şêwekariyê, li Bexdayê vê beşê dixwîne.

Gava ji bo hejmara PolîtîkArt a 253'yê pê re peyivîm ji min re gotibû, "reng ji bo min gerdûnî ye". Wisa jî bû. Lê xwe ji xwedê nedikir. Rengên ji bo şêwekaran paşê hatibûn başûrê Kurdistanê, di ser Bexdayê re. Qederê 400 bernameyî bi şêwekarên kurd re çêkirin. Carinan gelekî cidî û carinan gelekî hizirî bû, lê timî dilnazik û ji mirovan re, ji mêvanên xwe yên bernameyê re xweş bû.

Carekê metnek ji min re anî, ji bo bernameyekê. Ji ber ku hunermend bi kurdî nepeyivîbû, min jê re wergera wê kir û ew metn ji bo dublajê xwend. Piştî ku bername qediya û hate weşandin ji xafil ve pirsek kir: Tu hez ji resmên çawa dikî? Ji bo min pirseke ecêb bû, lewma hingê cihekî resmekî lê deynim û daliqînim nebû. Min jî got dayika min hez ji şîn û behrê dike, bila ez jî hez jê bikim. Got, baş e û çû. Piştî bi sê hefteyan gava me dîsa hev li studyoyên RojNV yên ku ji bo Roj TV hingê bername çêdikirin, hev dît, resmekî împresyonîst bi axlebiya rengê şîn û kelekên di behrê de diyarî min kir.

Dayika min li hundirê dikana xwe daliqandiye. Timî mişteriyê wê dipirsin û ew jî dibêje, hunermendê kurd Şêrko Celal ew çêkiriye. Bi xebera wefata wî ya pêr ez gelekî xemgîn bûm, dayika min jî gelekî xemgîn bû. Ji ber ku dayika min temaşevaneke dilsoz a Roj TV bû û li bernameyên Şêrko Celal jî temaşe dikir.

Şêrko Celal ne tenê bi birayê xwe Rehber serbilind bû, ew bi bavê xwe jî serbilind bû. Gava ku behsa wefata bavê xwe ji min re kir, gotibû, "Bavê min mamosteyê îngilîzî yê Celal Talabanî bû". Di taziyê de jî Celal Talabanî bi xwe mamosteyê xwe ji bîr nekiribû û bi şexsê xwe çûbû û sersaxî ji malbatê re xwestibû. Erê ma ne Şêrko Celal jî wekî Mam Celal Talabanî ji Koyê bû.

Em ê bêriya Şêrko, rengê axaftina wî, bername û mêvanên wî bikin. Oxir be hevrêyê ezîz.
29.08.2021, Yenî Ozgur Polîtîka


 

***

Nûçeya Eleqedar:

- Şêwekar û rojnameger Şêrko Celal mir 


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Pirtûk li zarokan hatin belavkirin

ad

Xelatey Nobelî ay Aştî da WFP'î

ad

Li Sûriyê rewşa mamosteyan

ad

Xelata Wêjeyê ya Dublînê dan Rawi Hage

ad

Fîlmên kurdî diçin Baselê

ad

Ji bo bîranîna Şakiro şahiyeke li dar ket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname