Diyarname
Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar îro bi hev re li Enqereyê deklerasyona ku partiya wan amade kiribû eşkere kirin. Di dema eşkerekirina deklerasyonê de mijarên bingehîn ên deklerasyonê wekî "Banga ji bo Edelatê", "Banga ji bo Demokrasiyê", "Banga ji bo Aştiyê" bi kurdî û tirkî li ser dîwar nîşan da.
Di deklerasyona ku ji 11 xalan pêk tê de ji bo Tirkiyeyê aştî, demokrasî, edalet, wekhevî dixwazin. Her wiha zagona bingehîn, polîtîkaya karên derveyê Tirkiyeyê, ji bo jinan, ciwanan jî xal amade kirine.
Xalên ku Hevserokên HDP'ê eşkere kirin ev in:
1- Demokrasiyeke Xurt
2- Darazeke Bêalî û Serbixwe
3- Ne Rejima Kayûman, Vîna Gel
4- Ji Bo Pirsgirêka Kurd Çareseriya Demokratîk
5- Polîtîkaya Karên Derve ya Aştiyane
6- Ji bo Jinan Azadî û Wekhevî
7- Di Warê Aboriyê de Edalet
8- Di Karên Dewletê de Perwirdarkirina Yên Şarezayê Kar
9 - Hurmeta ji bo Xwezayê
10- Ji bo Ciwanan Jiyaneke Azad
11- Zagoneke Bingehîn a Demokratîk
Hevserokên HDP'ê di dema eşkerekirina deklerasyonê de ban ji bo pergala serokwezîrî, çareseriya pirsgirêka kurd û darazeke bêalî û serbixwe kir û wisa got: "Em bang li hemû aliyên civakî û aktorên siyasî dikin ku em van muzakere bikin, têkoşîn û rêveberiyeke bi hev re çêbikin; ji bo vê yekê em amade ne."


