Li Îranê, Zanîngeha Tehranê lêkolîneke kir û di encamê de eşkere kir ku sedî 80'yê xwendekar meyê vedixwin û têkiliya pevşabûnê li dar dixin.
Li ser vê yekê Midûrê Emniyeta Îranê Ehmedî Moqadem hêrs bû û got: "Ger biçespînin ku ev encam rast in ezê cih de îstîfa bikim."
Muqadem wisa got: "Nûçe li dijî rewşa ehlaqî ya civaka me ye. Yên ku ev îstatîstîk weşandine dixwazin ramana civaka me tevlihev bikin."


