Saet 23.00
TENÊ DUHOK GIHÎŞT SEDÎ 50
Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê rêjeya beşdariya hilbijartinê eşkere kir. Li gor daxuyaniyê li temamê Iraqê û li Herêma Kurdistana Serbixwe tenê li Duhokê sedî 52 xelkê deng daye, wekî din li tu derê rêje negihîştiye sedî 50.
Li gor daxuyaniyê rêjeya beşdariyê ya li Herêma Kurdistana Federe li Hewlêr sedî %43, li Silêmanî sedî %38, li Duhokê jî sedî %52 çêbûye.
Li bajarên Iraqê jî beşdariya hilbijartinê wisa çêbûye:
- Babil sedî %46
- Selahedîn sedî %45,6
- Diyala sedî %44
- Zîqar sedî %43,5
- Necef sedî %41
- Besra sedî %41
Saet 22.30
KERKÛK
Ji hilbijartina îro diyar dibe ku hem li temamê Iraqê, hem li Herêma Kurdistana Federe beşdarî gelek kêm bûye. Li temamê Iraqê beşdarî sedî 38 derketiye. Li bajarên kurdan jî rewş ne baş e ku tê gotin (hê encama fermî nehatiye eşkere kirin) beşdarî sedî 50 derbas nekiriye. Lê xala ku dilê kurdan geş dike ji Kerkûkê tê: Li Kerkûkê kurdan dest bi pîrozbahiyê kirine.
Saet 22.10
ÎDÎAYA SEROKÊ NIFŞÊ NÛ
Serokê Nifşê Nû Şaswar Abdulwahîd vê êvarê ji ser hesabê xwe yê tora civakî re peyamek belav kir û got ku li Silêmanî û Hewlêrê ew bûne partiya yekemîn, li Kerkûk û Duhokê jî bûne partiya duyemîn.
Saet 22.00
SEDANEYA BEŞDARÎ:
Tê gotin ku Komîsyona Hilbijartinê diyar kiriye ku ji sisêyan yekê hilbijêran çûne deng dane. Encama fermî hê nehatiye ragihandin, lê encam ev be jî rêjeyeke gelek nizm e.
Saet 21.00
ENCAMÊN PÊŞWEXT
Li gor hin agahiyên ku hatine hejmara kursiyên ku partiyan girtine diyar bûne. Ev encam ne teqez e ji ber ku Komîsyona Hilbijartinê gotibû piştî 24 saetan dê encamê eşkere bike.
Li gor encamên ne fermî û yên hatine belav kirin encameke wisa heye:
Tê gotin dê PDK dor 25-26 mebûsan bi dest bixe. Dûre YNK tê ku li dor 14-15 mebûsan, Tevgera Nifşê nû 10 mebûsan, Komeleya Yekgirtûya Îslamî 2-4 dengan, Komeleya Dadgerî Îslamî 1-2 mebûsan bi dest bixe. Tê gotin ku Goran encax wê bikaribe mebûseke derxe.
Saet 18.00
DENGDAN TEMAM BÛN
Êvarkî saet 18.00'an de li IRaqê dengdan bi dawî bû. Tê gotin ku di nav 24 saetan de dê encam bê ragihandin.
***

Îro li temamê Iraqê ku Herêma Kurdistana Federe jî bi awayekî fermî di nav de ye hilbijartin li dar ket. Encam wê bêne eşkere kirin.
Hilbijartinên li Iraqê vê sibê saet 07.00'an de dest pê kirin. Li bajarên Iraqê, li bajarên Herêma Kurdistana Federe, li Şengalê serê sibê dengdanê dest pê kir.
Va ne agahiyên îro:
- 167 partiyên siyasî û tevgirt ketin hilbijartinê. 3 hezar û 249 berendamên ji bo mebûsiyê hebûn. Ji berendaman 951 jê jin bûn.
- Bi temamî 23 mîlyon û 986 hezar û 741 hilbijêr hene.
- Di hilbijartinên berê de 18 herêm hebûn, di vê hilbijartinê de zagon guhartin û ev herêm kirin 83 heb. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî dengdanê got ku ew dixwazin piştî dengdanê hemû hêzên Kurdistanê li Bexdayê yek deng bin ji bo parastina mafên Herêma Kurdistanê. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî dengê xwe da, got ku ew hêvî dide hilbijartina ji bo Parlemena Kurdistanê bi awayekî aştiyane bi rê ve biçe.
HEWLÊR
Serokê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talebanî jî piştî dengdanê ji bo çapemenî got ku divê nûnertiyeke bihêz a kurdan li Bexdayê hebe.
ÊRÎŞEKE ÇEKDARÎ
Li Sadiye ya Diyalayê hin kesan bi çek êrîşê navenda hilbijartinê ya El Muhtede ya li Sadiyeyê kir. Du hêzên ewlehiyê yên ji bo hilbijartinê li wir bûn birîndar bûn.
DUHOK, ÎDÎAYA DENGÊN SEXTE
Li gor îdîaya Rojnewsê li navçeya Sêmel a Duhokê hin kesên sivîl li ber deriyê dibistanan ku deng li wir têne dayîn hilbijêr dane rawestandin û bi tehdîd ji wan xwestiye ku dengên xwe bidin berendamên PDK'ê.
Yek ji îdîaya din jî ew bû ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kirine. Li gor nûçeya Rûdawê, Cîgirê Parêzgarê Duhokê ragihandiye ku rêjeya beşdarbûna xelkê di dengdanê de pir kêm e û ji şêniyên parêzgehê daxwaz kiriye ku di demeke herî zû de serdana navendên dengdanê bikin û xwe derenh nehêlin, çimkî dibe ku hingê dem têra wan hemûyan neke.
HÊZÊN ZÊREWANÊ BI CIH KIRIN
Li Çoman a Hewlêrê di dema ku dengdan didomiya PDK'ê Hêzên Zêrewan li ber dibistanan bi cih kirine. Rêveberê Komîteya YNK'ê yê Balekayetî Loqman Werdî ji bo Rojnewsê wisa gotiye: "Hêzên Zêrewan bi çekên giran li navendên hilbijartinê bi cih kirine û xelk ji vê aciz e. Loqman Werdî gotiye ku ji bo hêzên Zêrewan bi paş ve bêne kişandin ew ketine nava hewldanan.
ŞENGAL
Li Şengalê dereng dengdan hat dest pê kirin ku gotin pirsgirêkeke teknîkî ye. Ji ber vê yekê li 21 cihan dengdan hat rawestindin ku di nav van deran de navenda Şengalê, herêmên wê derê Borik, Tilezêr û Xanesor jî hene.
Piştî saetek rawestandina dengdanêş, pirsgirêk hat çareser kirin û dengdanê dom kir.
KERKÛK
Li Kerkûkê berî saeta dengdanê temam bibe li ser navê Komîteya Bilind a Ragihandina Hevpeymaniya Kurdistanê Xalid Şiwanî bang li gel kir ku herin dengên xwe bidin. Şiwanî ragihand ku tirkmen û ereb zêdetir çûne deng dane û xwest kurd herin dengê xwe bidin, yan na dê winda bikin.
SILÊMANÎ
Li gor nûçeya Rûdawê, Berdevkê Liqa 4 a PDK'ê Kameran Xerîb li Silêmaniyê wisa gotiye: “Gelek amûr heta demjimêr 11ê berî nîvro û hinek jî heta demjimêr 12ê nîvro kar nekirine û ev jî sedemeke ji bo vala çûn û sotina hejmareke dengên dengdêran."
Hevserokê YNK'ê Bafil Talabanî li Silêmanî dengê xwe da û ji bo rojnamegeran peyama xwe belav kir: "Peyama min gelekî sade ye. YNKê dikin YNKya Mam Celal û bi taybetî Kerkûk, Kurdistanê jî dikin Kurdistana Mam Celal.”
Endamê Encumena Siyasî û Berjewendiyên YNK'ê Mela Bextiyar piştî dengê xwe li ser cihên bi nakok got ku van deran kêmdengdana kurdan dê giraniya Herêma Kurdistanê û giraniya kurdan kêm bike. Mela Bextiyar got ku divê pirsgirêkên cihên li gor Xala 140'î hatine veqetandin, pirsgirêka budçe, petrol, qebûlkirina Enfalê bê çareser kirin.


