Diyarname
Li dinyayê yekem car rusan li fezayê fîlm kişandin û niha lîstikvan û derhênerê fîlm ji stasyona fezayê vegeriyan.
Derhênerê rus Klim Shipenko û lîstikvan Yulia Peresild ligel komzomot Anton Shakaplerov ji ji bo kişandina fîlm 6'ê vê mehê çûbûn Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS). Kom îro vegeriya Rusyayê. Fîlmê bi navê "The Challenge" dibe yekemîn fîlmê ku li fezayê hatiye kişandin.
Di warê kişandina fîlmî li fezayê hewldanên DYA'yê jî hebûn lê heta niha rus derketine pêş.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Koma fîlmçêker a rus ji bo kişandina fîlmekî çû fezayê
- Rusya li fezayê dest bi kişandina fîlmekî dike
- DYA, yan Rusya; Li fezayê pêşî dê kîjan welat fîlm bikişîne?


