Diyarname
Li dinyayê ev gava yekemîn e: Parlemena Katalonyayê ku li Spanyayê rêveberiya xweser e îro li hev civiya û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî nas kir.
Îro salvegera rizgarkirina Reqayê bû. Di rojeke wisa de Parlemena Katalonyayê bi awayekî taybet li hev civiya. 111 parlementeran dengên erê da û bi vî awayî Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî nas kir. Ji parlementeran 18 kes jî dij derketin. Li Parlemena Katalonyayê de 135 kursî hene.
Li ser vê biryarê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkermîm Umer Ii ser navê Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê spasiya gel û parlamentoya Katalonyayê kir.


