Diyarname
24'ê vê mehê Roja Nivîskarê Girtî ya Dinyayê ye. Ji bo vê rojê PEN'a Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi hev re çalakiyeke li dar dixin.
Di bernameyê de dê pirtûkên nivîskarên girtî bê îmzekirin û li ser wan axaftin dê bê kirin. Nivîskarên ku dê di çalakiyê de amade bin, wê pirtûkên nivîskarên girtî ên wekî Medya Yaklav, Mizgîn Ronak, Menaf Osman, Ahmed Huseyîn û Ahmedê Bilokî îmze bikin.
Çalakî 24'ê mehê, saet di navbera 14.00-17.00'an de li Pirtûkxaneya Lîlavê ya li Ofîsa Amedê li dar dikeve.


