logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Kevnebajar û keleha Muşaşîr /Gever

Ji ber keleh û kavilên bajêr li gundê Xirvatan e, jêre Keleha Xirvatan jî dibêjin. Belê xirvat jî kurd in, ev îdîaya wan

  • Dîrok: 24/10/2021
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Melîk AYKOÇ

Ji ber keleh û kavilên bajêr li gundê Xirvatan e, jêre Keleha Xirvatan jî dibêjin. Belê xirvat jî kurd in, ev îdîaya wan e û ew ji Hekkariyê ne, lê mijara min ne ev e. Mijara min keleh û cihên dîrokî ne. Li gundê Xiravatan a Geverê kevnebajarê Ardinî /Muşaşîr cihê herî pîroz ya xaldî /urartuyan heye. Key Îşpunî bi sedan car bi tevê kurê xwe Key Menuwa û dû re jî Argiştî, Ruşa tevde hatine ev der ziyaret kirine. Li vir perestgeheke pir kevn ji dema serweriya Gutî (Gurti /Xurti) ve maye heye, ji bo xaldiyan jî ciheke pîroz e. Di hin daneyan de tê gotin ku di navbera Mîrîtiya Xaltan û Mannan de li ser vê cihê pîroz her û her şer derketiye. Her wiha di daneyên berdest de jî tê nivîsandin ku sumerî jî ji vir daketine deşta Mezopotamya jêr. Her wiha xurî û mîtanî jî bi vir ve tê girêdan. Yanî ev navenda Zagrosan tim bi rihê Kurdistanî bûye. Heta nivîskar û lêkolînerê dîrokê Andrew Collin di berhema xwe ya bi navê  "From the Ashes of Engels" (Di nava ariya Ferîşteyan de) bingehê şarestaniyê bi vê navenda Kurdistanê ve girê dide. Mixabin haya me kurdan ji vê tune ye.

Kavilên bajarê Muşaşîr li gundê Xirvatan a li ser rêya Xaldiyan a dîrokî ya ku ji Wanê tê û diçe Geverê, xetekê jî hetanî ber pozikê çiyayê Cîlo diçe. Ev cîgeha dîrokî li rojavayê bajarê Geverê li ber Çemê Avîşê ye. Li ser girê li kêleka Kavîlê vî bajarê mezin, bingehê keleheke mezin jî heye. Lê Mixabin ku ne li ser vê kelehê ne jî li ser kavilên bajarê  Muşaşîr tu lêkolineke arkeolojîk pêknehatiye. Anegorî agahiyên gihîştine ber destê min, dagirker rê jî nadin.

Bes em ji Nivîsên Sargon II. ku Serwerê Asuran bû hinek agahiyan werdigirin. Ew di sala 714 B. M. de bi hêzeke mezin li ser bajarê Muşaşîr re digire, Perestgeha Xaldî diruxîne, di lewheyek de li ser tiştên desteserkiriye jî hin agahiyan dide: Ligel gelek tiştên binirx, peykerek conega û yeka golike yên ku kurê serwer Sardur I. Îşpunî wekî diyarî dabû Peretgehê yên ji bronzê hene. Li bajarê "Dur Sargon" ya Asûran de rolyefeke di forma gravuran de Perestgeha Xaldî ya Muşaşîr û bajarê li dorê heye. Di nava bajêr de xaniyên çarnişk û sênişkên çend qat hene. Tişta herî girîng jî cara yekem banê îro jî wekî sênîşk tê bikaranîn li ser wan baniyan hene. Yanî bajarekî anegorî wê serdemê gelek nûjen bûye. Ligel wê di nava tabletên Asûran de nivîsên rewşa bajarê Muşaşîr vedinivîsîne gelek in. Dibe bingehê hin çîrokan ji ji vî bajarê Xaldiyan hatibe.

Li Kelaşîn û Topizava yên li nêzîkê Bajarê Muşaşîr li ser du Stêllên mezin bi zimanê xaldiyan bi aliyê Îşpunî û Menuwa ve bi nivîsê mixî hatiye nivîsandin. Agahiyên herî têr yên li ser van her du stêllan hatin xwendin, bi dest ketiye. Her wiha li nêzîkê gundê Gagevran peykerê Beranan li ser goran hatiye dîtin. Lê ev ne ji dema pezkelan (Karakoyunlar) Ev ji dema xaldiyan ve maye. Dibe pezkelan jî ji vir çûbin.

Li zozanê Tirşîn a Geverê hin avahiyên li ser zinarên bilind wekî birc hatine lêkirin hene. Mixabin ka ev di serdema xaldiyan yan jî berê wan hatine lêkirin, nayê zanîn. Lê zanyarên lê nêrîne di wê baweriyê de ne ku ev der ji bo parastina zozanvanan û berê êrîşên asûran agahîdayînê ne. Yanî gelê me li vir tim xwe parastine.

Li ser zinarên girên bi navê "Ciyê Handev-adê ya li geliyê Geveroka li ber singê çiyayê Cîlo bi berziya 4135 metreyî de bi hezaran sal berê Mîladê ango di dema Neolotik de ji hezarî zêdetir, wêne û rolyef li ser zinaran bi mûrce hatine xêzkirin. Mixabin ta niha li ser wan jî lêkolînên arkeolojîk nehatine kirin. Ne tenê ew, ji her dere Geverê berhemên dîrokî dipijiqe mixabin ku wisa mane. Her wiha ji sedsala 11'an Piştê Mîladê li geliyê Deravê di baxiran de kîlîse hatind kolandin. Li ser dîwarên kîlîseyan wêneyê Îsa û çîrokên li ser wî bi freskoyan hatine neqişandin. Tev de hêjayê dîtinêne.

Li parêzgeha Hekarî gelek kelehên ji serdemê berê xaldiyan û dema xaldiyan mane jî hene. Mixabin li ser yekî jî lêkolînên arkeolojîk pêknehatine. Ji ber wê ez ê tenê navê wan û cihên lê ne bidim.

Keleha Qesr-î Heftgayan; li Navçeya Çal* (Çukurca) li newala bi navê "Sîdan" li berpalê wê yê başûr li ser zinarên bilind hatiye avakirin.

Bes nayê zanîn ji kengê ve maye. Dibe ji kardakan jî mabe. Kelhek jî "Keleha Mîr" e. Yan jî Keleha Colemêrgê. Li ser zinarekî ji nava bajêr 200 metre bilintir hatiye lêkirin.

"Keleha Began" 8 km. dûrî bajarê Colemêrgê ye. Li ser girkî zinarînê 2000 metre binlind e. Di serdema hesin ya navînde hatiye lêkirin û keleheke Xaldî/ Urartuyan e.

Mixabin agahiyên berdest yên li ser van kelehan ev in. Hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.

21.10.2021, Yenî Ozgur Polîtîka


Têbiniya Diyarnameyê: Gelek kes ji wir re "Çelê" dibêje lê me dest neda vegotina nivîskar.


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Fîlmê jiyana J.R.R. Tolkein tê kişandin

ad

Fînalîstê yekemîn diyar bû: Îtalya

ad

Klîba Hefteyê: 'Keça Perî'

ad

Banga ji bo beşdariya Konferansa Kurdolojiyê

ad

Encamên dawî yên hilbijartinên Başûr hatin eşkerekirin

ad

Vaye encamên giştî yên hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname