QAMIŞLO
5'emîn Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî ku meha borî ji bor vîrusa koronayê hatibû talûqkirin niha li dar dikeve. Mîhrîcan 10'yê mehê bi çalakiyên cur bi cur li dar dikeve.
Endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Nerîman Evdikê ji bo ANHA'yê gotiye ku îsal beşdarî ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî çêbûye û beşdarên ji tevahiya Kurdistan û cîhanê jî berhemên xwe şandine.
Li gor gotina Evdikê mîhrîcan dê 4 rojan bidomiya lê ji ber vîrusa koranayê par hat betalkirin, îsal jî ji ber heman sedemê tenê rojek dê bidome.
Nerîman Evdikê her wiha diyar kir îsal tenê dê ji bo çîrokên bi kurdî û erebî pêşbirk çêbe û temaya çîrokan jî dê 'şoreş' be.
BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ
Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî sibê saet di 14.00'an de dê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê dest pê bike.
Di çarçoveya bernameyê de dê sînevîzyonek li ser jiyana Osman Sebrî, semînerên li ser wêjeyê û xwendina çîrokên beşdaran dê bên pêşkêşkirin. Her wiha di mîhrîcanê de dê şano, xwendina helbestan û muzîk jî hebin û dê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bibe.


