Diyarname
Parlemena Sûriyeyê di 82'yemîn salvegera beşdariya Hatay a ji bo Tirkiyeyê de daxuyaniyeke belav kir û got: "Ji bo Hatay di destê Tirkiyeyê de nemîne û bi paş ve bê girtin çi lazim be dê bê kirin."
Parlemenê di daxuyaniya belav kiriye de gotiye ku Hatay axa Sûriyeyê ye, di bin dagirkeriyê de ye û ji bo bi paş ve girtinê ew dê her tiştî bikin.
Hatay di sala 1938'an biryar dabû ku bibe welateke serbixwe û bû jî. Di sala 1939'an de biryar da ku beşdarî Tirkiyeyê bibe.


