Diyarname
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) mûyên serê Serokê yekem ê DYA'yê George Washington bi 4 hezar dolarî hatin firotin.
Li ser vê yekê BBC nûçeyek çêkir. John Gadsby yek ji karsarên amerîkî lê bi eslê xwe îngilîz bû. Gadsby dema dijiya di rojbûneke xwe de Serokê yekem ê DYA'yê dike mêvan. Ev mûyên Washington ku niha hatine firotin aîdê Gadsby bûn û ji wê demê mabûn. Neviya Gadsby mû firotibûn koleksiyoner John K. Lattimer.
Mezatxaneya Richmond Auctions a ku navenda wê li Carolina Başûr e, roja 21’ê mehê mûyê Washington bi 4 hezar dolarî firotin. Navê xwediyê nû yê mûyan nehat eşkerekirin.
Di sala 2021’ê de sê têlên mûyê serokê Amerîkayê ku di madalyonekê de bûn bi buhayê 40 hezar dolarî hatibûn firotin. Nêzîkî 50 têlên mûyên Washington jî niha di koleksiyona mala Washington a Mount Vernon de ne, ku ev der bûye muze.
George Washington di sala 1732'Yan de hatiye dinê. Ew di şerê serxwebûnê de ku li dijî îngilîzan şer kir, bi ser ket. Washington di sala 1788’an bû serokê welat. Di heman demê de bi keda wî Zagona Bingehîn a DYA'yê hate amadekirin.
Washington di sala 1797’an de dest ji kar kişand û di sala 1799'an de mir.


