logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye
news-details

Nirxandina Çîrokên Lokman Ayebe; Pilingekî Li Hewselê

Koma Xwendina ya Amedê vê carê çîrokên çîroknivîs Loqman Ayebe a kitêba bi navê “Pilingekî li Hevselê” xwend û nêrîn û n

  • Dîrok: 13/12/2021
  • Beş: Serbest

Koma Xwendinê ya Amedê vê carê çîrokên çîroknivîs Loqman Ayebe a kitêba bi navê “Pilingekî Li Hewselê” xwend û nêrîn û nirxandinên xwe kirin. Loqman Ayebe di sala 1981’ê de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Çîrokên wî yê vê dawiyê ji Weşanên Avestayê derketine. Koma xwendinê ev nirxandina xwe roja 20’ê Mijdara/Sermaweza 2021’ê li ser sepana zoomê bi tevlîbûna nivîskarê çîrokan pêk anî. Endamê komê Mehmet Arak moteratoriya şêwrê kir û di serî de bi xêr hatina hevalên xwe kir û mafê axaftinê da endama komê Neslîhanê. 

Neslîhanê got: xwendina pirtûkê hêsan bû, meriv dikare bi rehetî bixwîne lê ji ber ku tîpên mezin qet nehatibû bikaranîn û piştî xalan bi tîpên hûr dest pê kiribû bi min ev wek şaşiyeke nivîsî ye. Bi berdewamî got ev çima wusa ye, gelo ji ber tercîhekê ye an şaşiyek çêbûye?

(Nivîskar got ku ev tercîhek e, ne ji ber şaşiyekê ye.)

 Di rûpela 64an de biwêjek heye ku dibêje jina wî bi têlekê zarokên wî bi têlekê lê dixist, min ev biwêj di kurdî de qet nebihîstibû ji mi kirê ev wergera biwêjeke bi tirkî ye, rehmetiyê bavê min digot dema sermiyanê malê tune be, jin serîkî zarok serîkî lê dixin, nizanim dibe ku mebest ev biwêj be, çiku min bi vî awayî qet nebihîstibû? Ev e tiştên ku ez bêjim, di pê re tiştek hebe helbet ez ê bêjim, got û nirxandina xwe bi dawî kir.

Di pê re endama komê Xecê Daşxîn mafê axaftinê girt û got; ez serî de bixêrhatina nivîskar dikim û dibêjim mala te ava be ku te 9 çîrokên xweş nivisîn û me jî xwendin, bi rastî giş jî ji hev xweştir bûn. Min wusa hest pê kir ku dema nivîsandina çîrokan de gelek malzeme li ber destê te hebûye û te ji vana neh çîrokên xweş derxistiyî. Îja ji van mijar û malzemeyan wêdetir di vegotinê de tiştekî ecêb ceribandiye, bala min kişand. Serî de vebêjer; di çend çîrokan de çîrok bi kesê yekem qal dike, lê di yên din de pêşî bi kesê yekem dest pê dike û dûre dibêje “ka em gotinê bidine filankes bila ew bêje” û êdî karakter kî be ew çîrokê vedibêje, çîrok diguhere dibe tiştekî din, belkî mînakên vêya di wêjeya cîhanî de hebin lê di a Kurdî de ez cara ewil lê rast hatim.  Eva pir rêbazek xweş bû û serkeftî bû, min eciband. Him di aliyê vegotinê de him jî di aliyê meraq û herikbariyê de ev tercîhek baş bû. Ji hêleka din ve ev rêbaz dişibe terza vegotina çîrokên gelêrî, ji ber ku di wir de jî kesê di çîrokê de bi ziman û awayê xwe carnan tên xeberdan.

Di çîrokên xwe de bi giştî te qala kes û tiştên mezin nekirîyî, kes û mijarên biçûk, ji rêzê hene lê mijarên din wek meseleyên civakî, sîyasî te xweş di nav çîrokê de nixumandiye, xwîner bi meseleyên civakî û ajîtasyonan aciz nabe. Wek mînak di çrokê de derbas dibe; bûyera dardekirina Menderes, destpêka serhildanek kurda derbas dibe lê tu li ser nasekinî, tenê wek referansên demê cî digirin. Ji bo vê jî ez dibêjim tiştê ku loqman ayebe nîşanî me daye, ji bo afirandina çîrokên baş û serkeftî hewce nake meriv qala tiştên mezin bike, hertiştê di xwezaya xwe de tê ziman û dibe edebiyatek baş. Li aliyê din nivîskar neketiye ber ragihandina peyaman bi rêya çîrok an qehremanên çîrokên xwe, dîsa di çîrokan de gelek kes û qehremanên balkêş hene lê dema meriv dinere hemî jî mêr in, navê du-sê jinan derbas dibin lê ew jî ne li pêş in, zêde di ber siyê de mane, wek dayik, gelo nedibû nivîskar hin qehremanên jin jî hilbijarta?

Ji aliyê zimên ve jî dikarim bejim ku Mêrdînîyek encax dikare ewqas xweş, rehet û sivik binivîse, lewma me gelek nivîskarên Mêrdînî xwendibûn, hevokên dirêj jî bi rehetî, herikbar tên xwendin.

Em dizanin nivîskar pêşî roman nivîsandine û di pê re ev çîrok nivisîye, dema meriv lê dinere nivîskar ferq û cudahiyekê naxe nava herdu dîsîplînan, birastî jî hin mijar tişt hene meriv dikare bi romanê vebêje, hin tişt jî hene çîrok derfetek baştir e. Bi min jî herdu dîsîplîn ne dûrî hev in. Pêvajoya nivskarên kurd bi piranî bi çîrokê dest dike paşê vedigre romanê lê nivîskar berovajîyê wê kiriye, ev bixwe jî tiştekî balkêş e.

Mesela çîroka puxteya jiyannameya dizekî, ji ber gelek bûyer û zemanekî dirêj min got dibe ku wek roman jî meriv karibe binivîse lê tercîha nivîskar çîrok bû û birastî li çîrokê jî hatibû. Di vê kitêbê de ez dikarim bêjim ku tiştê herî zehmet ku di hişê xwîner de nedima navên çîrokan bû, ji wan navan çend heb gelek dirêj bû xwîner nikare rehet di bîra xwe de bihêle. Bi xwîner zehmet be jî wek tercîheke nivîskar e. hin çîrok min dubare xwendin, ji ber ku kêfa min zêde jê re hat, mesela çîroka mirineke tewş û hin gotegot nemaze monologên derheqê civakê re pir kêfa min hat. Lê ji ber ku nav jiber bikim, min gelek caran serenav xwendin. Ewqas dirêj in ku nav naverokê di xwe de dihewînin carinan, bi gotineke din, nav wek kurteya çîrokê ye. Çîroka herî zêde bala min kişand mirineke tewş bû, nemaze jî beşa monologê. Çima bala min kişand? Yanî edebiyat fîkşin e, sazkirin, avakirin e; rast nîne lê meriv dikare bêje nîvê rastiyê ye, min tiştên ji nava civakê zêde di nav wan monologan de dîtin. Belkî jî tiştê ku di wê çîrokê de hatine vegotin qet neqewimîbin lê ku biqewime wê wek ku hatiye gotin biqewimin, pêk werin. Mîna ku em, xwîner, daketibin qada wê çîrokê û nivîskar ji nav me derketibe û wêneyê me kişandibe, birastî meriv wusa hîs dike.

Di çîroka mirina gewretirîn helbetsvanê neteweya xwe de bikaranîna pirvegêr/pirdengî me di romanan de dîbû( mînak romana Jan Dost) lê di çîrokê de min nedîye, pir xweş li çîrokê hatibû, di vê çîrokê de hema bêje hemî leheng bi dor xeber didin. Her çiqas cî bi cî meriv têbigihê ku hemî beş ji qelema kesekî derketibe jî bi temamî ne wusa bû û tehmek xweş xistibû çîrokê. Dîsa di wê çîrokê de gazinek jî ji nivîskar bo civakê hebû, wek peyam meriv dikare jê derxe. Tiştê ez bêjim ev e, spas dikim.

Di pê re endamê komê Ahmed Kanî mafê axaftinê girt, bixêrhatina niviskar kir û got: bi rastî heta demek nêzîk min nivîskar nexwendibû, lê di vê heyama dawî de min romana wî ya bi navê Jar lê Sermest xwendibû û derfet çêbû ku ez bidim berhev jî çîrok û romana wî, tabî ji ber ku roman mijareke psikolojîk digire dest û ji mijarên çîrokan dûr e, meriv nikare zêde berawirdî hev bike dîsa jî dikarim bêjim min tehmeke zêdetir ji çîrokan girt, bi rastî jî ji aliyê honak û afirandina kesan ve gelek serkeftî bû.

Ez dibêjim belkî nivisîna çîrokê di pê romanê re derfet daye ku nivîskar çîrokên wusa xweş binivîse lewma jî ez hêvî dikim çîrokên dîtir ji nivîskarî bixwînim.

Tiştekî din ê balkêş jî wek ku di hin nivîskarên din de jî em lê rast tên tîpên mezin hîç nehatiye bikaranîn, xalbendî hebe jî, tîp hemû biçûk in. Ev taybetmendiyek edebiyata modern e. Ji aliye mijarê ve jî kronolojîyek heye, ji dizîya berê ya pez û dewaran dest pê kiriye û hatiye ser mijarek gelek nêzîk. Di çîroka mirina gewretirîn helbestvanê neteweya xwe de xususîyetek civakê bi awayekî xurt hatiye rexnekirin. Di çîroka biyokên hafiz de hin deqên wêjeya surrealîst û çîrokên me yên gelêrî hene. Di hin çîrokan de hin nexweşî û xisletên kesên ji nav me bi awayekî xweş hatiye vegotin. 

Bi giştî min çîrok ji hêla afirandinê ve pir ecibandin, xwendina wan bi zewq û herikbar bû, mala nivîskar ava be.

Piştî Ahmet Kanî, mêvanê koma xwendinê Ahmet mafê axaftinê girt û got; ji ber ku nivîskar ji Dêrikê ye û ez jî xwarziyê Dêrikîya me min tehma zimanê herêmê girt lê dibe ku ev meseleya devoka herêmkî ji bo nivîskarekî bibe handikap jî ya rast. Mesela xalbendî û tîpên hûr wek hevalan bala min jî kişand lê jixwe nivîskar got tercîheke ku jevgerandina tîpan nake. Di çîroka 1, 6 û 9an de serenav di nava çîrokê de hene û vê yekê çîrok herikbar kiriye. Di çîroka dawîn a bi navê Pilingekî Li Hevselê herçiqas nivîskar rasterast gotiye ez naxwazim dîdaktîzmê têxim nav çîrokan û ez jê jî hez nakim di çîrokan de cî bi cî bêhna dîdaktîzmê ji çîrokan tê. Di gelek çîrokan de berawirdkirina jiyana berê û jiyana niha hatiye kirin. Di çîroka ewil de guhertina normên exlaqî tê qal kirin. Bi rastî jî dema berê dizî ne şuxleke xerab berovajî wê wek nîşaneya mêraniyê dihat dîtin. Roja îro wek şuxlekî xerab e, nayê qebûlkrin. Yanî normên civakê guheriye, bal kişandiye ser vê guherînê. Di çîroka biyokên hafiz û kirasguherînê de nexşên çîrokên gelêrî û realîzma efsûnê hene. Di kirasguherînê de pêşî ji devê Xalê Zubêr meriv dibêje qey bûyer rast e lê di dewama çîrokê de jinek dibêje tiştên hûn dibêjin ne rast in, kes li vî gundî bi xizneyan dewlemend nebûye, bi keda xwe dewlenmend bûne. Loma jî meriv tênagihê ku gelo kîjan rast e. di çîroka Şerê du Dîkên Qoqo de min bandora tevgerên cahiltîyê, feodaliyê dîtin. Ku bê pirs û bêsewal li şûna dîkan bi kêran hevdu dikujin. Di lixwemikurhatina Qumarbazekî de jî dejenerebûna civakê nişan dide ku li aliyekî têkoşîna rûmetê û parastinê heye li hêlekê jî kesên bi qumarbaz û bi xuyên nebaş ve radibin hene. Tiştên ku tê serê şervanan dîsa raxistiye ber çavan. Dîsa çîroka Pişt deh salan, bal dikişîne ser mijara heyf û xwînê û pirsgirêka hevdukuştinê. Gava meriv tê dawiya çîrokê meriv texmîn dike ku wê ciwan bavkuştîyê xwe birahîmê hecî bekir bikuje lê nivîskar ev yek negotiye, çîrok li wir qedandiye. Bi min ev jî lêdawîanînek xweş bû.

Piştre endama komê Ayşeyê mafê axaftinê girt û got; nivîskar di hin ciyan de xitabî xwendevanan dike, di çîroka dawiyê de ku nivîskar dibêje “ ez dîdaktîzmê nakim, netirsin” min hest pê kir ku nivîskar ji xwendevanan ditirse. Gengaz e ku carinan nivîskar jî hin endîşeyên xwe hebe û ji ber wê jî ji xwîneran bitirse, ev bi min normal e, lê ez wer fêm dikim ku nivîskar hinekî ji xwendevanan ditirse. Vegotineke bi vî rengî di çîrokê de ji min re wek qelsiyekê tê, ji ber ku nivîskar bo vegotina xwe rêyek din nabîne xwe dispêre dîdaktîzmê. Dîsa dema em li çîrokên din dinerin meriv dibêje qey tu hewcedariya wî bi vê yeke tûneye, ji ber ku gelek çîrokên xweş hûnandibû, ew hêz pê re hebû ku bêyî wê pêşgotinê çîrok vegota.  Nivîskar edebiyat di ser meseleyên civakê re girtiye, eynik daye ser civakê û qal kiriye, derdekî wî yê wek îdealîstkirinê tuneye. Karakterên wî jî dîsa ji nav civakê ne. Teknîka vegotina pirvegêr serkeftî e. 

Piştî Ayşeyê endama komê Seyhanê mafê axaftinê girt û got; ev çîrok berhema Loqman Ayabe a ewil e ku ez dixwînim. Di her çîrokê de belkî mijar û karakter diguherin lê bi giştî tehm û çêja edebî di her çîrokê de berdewam bû. Bi giştî dema mirov dixwîne dibine ku ev çîrok bi rastî jî di jiyana me ya rojane de qewimîne û gelek ji rêzê ne, tenê nivîskar nivisîne û nav lê kirine, derxistinê pêş me. Nemaze di çîroka duyemîn de meriv dikeve gumana ku gelo bi rastî jî rexnegirekî bi navê Selîm Tarînî heye? Ji ber ku axaftin û nirxandina di derheqê helbestên helbestvanê gewre de pir eseh in. Wek wê hemî lehengên din jî ji xwîner re qet xerîb nayên. Dîsa çîroka duyem de nizanim nivîskar xwestiye bêje helbestvanê kurdan heta nemirin nayên zanîn û xatirê wan nayên girtin, an dixwaze bêje heta bûyereke xerab, wek qeyrana dil, neyê serê meriv haya kesî ji wêjekaran çênabe? Lê axir çi be çîrok ewqas rasteqîn bû û meriv ewqas dikeve bin bandora wan ji ber vê jî mebesta nivîskar dibêjim hatiye cî di çîrokê de. Dîsa çîroka puxteya jiyana dizekî, min pir bi kêfxweşî xwend û pir xweş hatibû hûnan, kêfa meriv ji dizî re tê, ya rast meriv hîs dike ku dizekî wusa heye birastî jî, ku tunebe jî meriv dixwaze hebe yanê. Dîsa di biyokên hafiz de deqên ‘batil înancê’ hebû. Di çîroka piştî deh salan de qebûlkirineke wusa heye ku heyfgirtina xwînê wek zagonekê ye û heq e. Reva ji ber wê tuneye lewma jî karaktere çîrokê yê ku xwedî dijmin rasterast li benda roja xwe ye ku were kuştin, ji bo ku xwe biparêze tu bergiriyê nagire, wek ku qedera wî ev be. Mixabin kêm bibe jî hê meseleya heyfgirtinê, rakirina xwînê di nav millet de peyda dibe, hê jî berdewam e. ji bo van çîrokên xweş spasiya nivîskar dikim. 

Piştî Seyhanê endama komê Remziye Oncel mafê axaftinê girt û got; ez jî wek nivîskar ji herêma Mêrdînê me. Wek tesaduf dema min dest bi xwendina pirtûkê kir ez li Şemrexê bûm û di xwendina Çîroka ewil puxteya jiyannameya dizekî de min hêcan girt, wek ku ew çîrok di bin hişê min de hebe, ji min re qet xerîb nehat. Lehengê çîrokê Ehmedê Ûso jî her wusa. Paşê min ji diya xwe pirsî ku yekî bi navê Ehmedê Ûso ji Dêrikê heye ya na? Diya min got belê heye, dizekî meşûr e, jina wî jî meriva me ye. Herwiha hin agahiyên dîtir jî da. Ji ber wê jî ez dikarim bêjim, çîroka ewil rast jî qewimîye û heye lê helbet nivîskar li gorî xwe xemilandiye û rengekî din daye çîrokê. Ez hîs dikim ku çîrokên din jî tev rast bin, dibe ku nivîskar hinek ji wan afirandibe lê bi giştî dibêm qey gelek jê bi rastî jî qewimîne. Yanê ez qet ne xerîbê van çîroka me. Ji aliyê peyvan û mijar û xwendinê de jî min qet zehmetî nekişand. Çîrokên vê kitêbê di hişê meriv de dimîne, ji ber ku ne xerîbê me ne.

Piştî Remziye Oncel endamê komê Mehmet Arak mafê axaftinê girt û got; ez dixwazim çîrok bi çîrok bi awayekî lez hin tiştan bibêjim. Di çîroka ewil de wek mamoste Remziye jî got, meriv dizane ku çîrokeke ji nav me ye, di bin hişê me de ye, ez bawer dikim her mêrên ku temenê xwe hinekî mezin çend heb serpêhatiyê xwe yê dizîyê bi vî rengî dikare ji me re qal bike, loma jî çîroka puxteya jiyannameya dizekî ne tenê ye belkî bi dehan varyantê wê li Kurdistanê hene, ji ber wê jî herçiqas nivîskar bi vegotinek herikbar qal kiribe û me bi kêfxweşî xwendibe jî ez dibêjim fîkşinek ango afirandinek tê de tuneye. Jixwe pênaseya çîrokê bixwe jî ev e ku ‘vegotina tişt û bûyerên qewimî an ê qewimîna wan pêkan e’ lewma jî aliyekî vê çîrokê yê gelêrî jî heye. Di çîroka duyemîn de ji mijarê wêdetir teknîka vegotinê bêhtir bala min kişand; binbeşên cuda û danaxaftina karakteran a yek bi yek di çîroka kurdî de teknîkek ango ceribandinek nû ye. Ev pirdengî gelek jî li çîrokê hatibû, ez vê teknîkê wek teknîka sînemayê bi nav dikim çiku di vê teknîkê de wek sehne û kamera hebe û her carê kesek an mijarek derdikeve ser sehnê ango foksa kamerayê tê ser kes, mijarek û dengekî din. Ev yek meraq û eleqeya xwîner dikşîne, bi vî awayî xwendinê rehet û herikbar dike. Dîsa di vê çîrokê de em dibînin ku gewretirîn helbesvanê neteweya xwe cara ewil li ser mirina wî vebêjer Doktor wî kifş dike û dide nasîn. Berîya mirina wî tu agahî derheqê kurdbûna wî û helbestvanîya wî de tunene lê di binbeşa din de dema lawê helbestvanî qala bavê xwe dike dibêje bavê me kurdekî welatparêz bû û di malê de nedihîşt ku ji bilî kurdî em bi zimanekî din biaxivin. Xwîner wusa difikire ku yekî xwedî jiyan û pratîkek wusa ne pêkan e ku bi van xisletên xwe neyê zanîn, îllem wê ji aliyê hin kesan ve were zanîn. Loma jî di vir de ji aliye sebebê ve kêmasiyek, têkçûnek ango nakokiyek heye. Dîsa di beşa dawî de di axaftina Selîm Tarînî de mînakên helbestên rehmetî gewretirîn helbestvanî hene, diyar e nivîskar bixwe ev mînakana nivîsîne, ji vir jî em fêm dikin ku nivîskar helbestê jî diceribîne, rojên pêş de berhemeke helbestan jî biweşîne em ê ecêbmayî nemînin. Çîroka bîyokên hafiz tehma realîzma efsûnî û çîrokên gelêrî tê de hebûn, gelek sembol û metafor tê de hebûn. Di wê çîrokê de tiştê ku li çîrokê rûneniştibû mêkewek bû, birastî jî dibe ku metaforek be lê bi min bîlasebep ket nava çîrokê û piştî definkirina kalikê vebêjer perê xwe li ba kir û çû, nizanim têkilîya wê bi çîrokê re ango maneya wê çibû?  Dîsa bûyera ku di çîroka piştî deh salan de diqewime sedema wê ji xwînîbûnê wêdetir derûnîya zarokekî radixîne pêş çavan. Zarokekî ku bavê xwe wenda kiribe, bêbav mezin bûbe, ev rewşa bêbavbûnê derûniya zarokî kanalîzeyî kîn û nefretekê dike ku piştî gelek salan dikare kesekî ku belkî bi çavan nedîtibe bikuje. Esasen dijminatiyek di nava hecî brahîm û zarokê sêwî de tuneye. Bi gotineke din çîrokê bal kişandiye ser derûnîya mexdûr û zarokên aliye kuştî. Çiku hecî birahîm bixwe jî dema hê zarok e bavê wî tê kuştin, bêyî neheqîyek lê were li ber destê ap û amojna xwe mezin dibe, lê axir ji ber bêbaviyê derûniya wî têk diçe û piştî bi derûniyek xerab mezin dibe dihere kujerê bavê xwe dikuje û ev çerxa wusa dizivire hercarê kesekî dide kuştin. Ji ber wê jî divê meriv carê jî di paceya zarokên sêwî re jî li kuştin û xwînîbûnê binere. Di çîroka Pilingekî li Hevselê de wek hevalan ji got destpêkirina bi vegotinek didaktik dibe ku bibe cîyê rexneyan, ango xweş neyê dîtin lê nivsîkar bixwe jî di çîrokê de dibêje wek cinê ku ji hesin bireve ez ji dîdaktîzmê direvim lê xuyaye ji neçarî piçek agahîyên didaktik dane. Ji ber ku ev çîrok wek neqla bûyerek dîrokî ye vê yekê ev tişt anîn bîra min ku esasen dîsîplîna edebiyat û dîrokê jev ne dûrin. Metnên dîrokî jî ez dibêjim qey neqilkirina hin çîrokana ku ji aliyê kirdeyên bûyerên dîrokî ve tê gotin. Peyva “akincî” heye, dibêjim qey di maneya kesên ku li gund û bajaran diminînin yanê berovajî peyva koçerîyê hatiye bikaranîn. Biwêjek derbas dibe dîsa di çîroka mirineke tewş û hin gotegot de “zikirkê wî yê xêrê be”, ev biwêj li cem me jî wek ‘dilkê wî yê xêrê be’ tê bikaranîn lê maneya wê çi ye, ji bo kîjan rewşê tê bikaranîn ecaba? Ger nivîskar qala etîmolojî û maneya van peyv û biwêja bike, ez ê kêfxweş bibim.

Bi gelemperî mijar gelek realîstbûn û nivîskar wek ku fotografên bûyerên li nav civakê ji mere kişandibe û pêşkêşî me kiribe. Dîsa navlêkirinên karakter û lehengan ji nav gel bû, xweş bû, pir kêfa min jê re hat. Vegotin, herikbarî û bikaranîne zimên bi min serkeftî bûn.

Pişt re nivîskarê çîrokê Loqman Ayebe mafê axaftinê girt û got: Beriya her tiştî ez spasiyên xwe pêşkêşî hevalan dikim ku bi awayekî hûrgilî pirtûk xwendine û rexne û nirxandinên di cî de kirin. Bêguman we gelek tişt wek şîrove, nirxandin û rexne gotin, ev ketin nav hev; yek bi yek nikarim vegerim ser wan lê ez ê hewl bidim bi giştî hin tiştan bibêjim, hêvî dikim bibim bersiv. Dîsa pirs hebin dikarim rasterast jî bibersivînim. Gelek hevalan gotin ku di çîroka pilingekî li hevselê de dîdaktîzm, agahiyên nûçeyî hene. Lê li wir jixwe nivîskar aniye ziman ku haya wî ji vê rewşê heye û ji bo baştir çîrok bê famkirin pêdivî bi vegotina van agahiyan hene, lewre çîroka ku tê gotin mijara wê dîrokî ye, bêyî agahî wê mebest bi xwîner baş neda famkirin. Ez bixwe jî di edebiyatê de ji dîdaktîzmê qet hez nakim, di kitêba xwe ya ewil de ez hinekî ketibûm vê dafê lê piştî nav sala re meriv derbas dibe, têgihiştin, hişmendî û famê meriv digure. Bêguman di vê kitêbê de jî viya xwe da der. Dîsa mêkew hate pirsin, lê kew jî wek bûyerên xerab û biyokên hafiz nîşaneya bêyomîyê tê hesabkirin, tenê wek nîşaneya bêyomîyê, baweriyek wusa di nav gel de heye. Wekî din rasterast têkilîyek mêkewê bi çîrokê re tuneye. Bi min jî ku ew mêkew hebûya an tunebûya wê tiştek di çîrokê de neguheranda lê wek xemlekê, desenekê min bikaranî. Dîsa mehmet got belkî em helbestên te jî rojekê bibinin. Ez vê bibêjim, ji min nayê. We jî anî ziman nivîskarên me bi piranî bi helbestê dest pê dikin, derbasî çîrokê dibin û piştre jî romanê dinivîsin ji ber ku di tehayyula wan de roman asteke pêşdetir e lê dema meriv bala xwe bidê min bi romanê dest pê kir, ji ber ku ne roman lê helbest ji bo min asteke pêşdetir e. Heta ji romanê zehmettir û barekî girantir e. Ez nikarim bêjim min qet neceribandiye lê min ceribandiye û ez ji heqê wê nehatime der, ji ber wê mesela helbestê qet ne di rojeva min de ye. Lê piştî vê çîrokê min dil heye ez romanekê bidim weşanê.

Ez bi giştî werim ser kitêba çîroka pilingê hevselê; ev çîrok piştî deh salan berhema min a dawî bû ku hat weşandin, ev deh sal bû berhemek min a nû nehatibû weşandin. Min dixwest navê çîroka “piştî deh salan” li kitêbê bikim lê ji ber deh sal navberdayînê, gumana min hebû ku ji aliye xwîner ve wek tiştekî takekes were fêm kirin, lewra jî min navê çîroka piştî deh salan lê nekir, min ya pilingekî li hevselê lê kir. Çîroka pilingê li hevselê li cem min wateyek wê ya din heye, min ew nav li berhemê kir. Çîrokên vê berhemê tev tematîk in. Dosyeya van çîrokan berî weşanê di navbera 5 mehê dawî de hat holê. Loma jî mijar, mekan û serdema tê de diqewimin kêm zêde yek in. Xecê got, wek rexneyekê, çima karakterên jin tê de tunene, ev pirsek di cî de ye lê ev wek tercîhekê bû. Bi zanebûn e, ji ber ku mijar vegotin û form vêya dixwazin,  we jî dît di konteksa wan çîrokan de û di civaka ku di nav de bûyer diqewimin karakterên birastî jî ewên ku min cî danê ew bixwe ne. Çîrokên min nivisîn jî bêhtir çîrokên derdora zilaman bû, çîrokên zilaman bûn. Gelek rexneyên wer hatin lê wek min gotiye ev tercîhek e. Di edebiyata me de karakterên me gelekî îdeal in, li civaka me nayên, ne beramberî civakê ne, kesên rewşenbîr in, nivîskar in, hunermend in,  xwendevan in yanê eleqeya wan bi rastiya civakê tunene. Mehmet li ser nav û rengê karakteran got, dişibin nav û rengê karaterên Bextiya Elî, ez vê bêjim, ew karakter bi wan nav û renganan jixwe di nav civaka me bixwe de ne, dema meriv bala xwe bidê, navên me jixwe wusa ne. Dema meriv nêzîkî rastiya civakê bibe û bibe eynika civaka me ev karakter jixweber dikevin edebiyatê. Tîpên hûr û gir hatin qalkiirn, ji ber du sedeman min tîpên gir bikarneanîn; yek ez ji sîmetrîyê hezdikim a din jî ku mecbûriyek tunebe ez wekî din jî cara tîpên mezin bikarnaynim. Ji ber wê jî min xwest tev bi tîpên hûr bin. Li gor vegera xwîneran bertekên xweş hatin, bi gotinek din wek tercîhekê bû.  Dîsa mehmet got mekan tu bandor li karakteran nekiriye, li ser mekan qet nesekinîye, ser re derbas bûye. Ji bo vê dikarim bêjim, di serdemek wusa ku jiyan mobîlîze bûye, hurgilîyên li ser mekan û bi mekan ve girêdayî wê çîrokê pêşve nebe, bi min ev ne taybetiyek edebiyata îro ye, belê di berhemên klasîk de ev tişt hene û em dixwînin jî lê bi min mijar, vegotin, tevn, fîkşin û karakter di çîrokê de bêhtir li pêş in. Qala binnavên di nav çîrokan de hat kirin. Ev rêbaz min ji Luis Borges girtîye, bi maneya erênî wek teqlîdekê ye. Bi min pêşketin, guherîn û bizavên edebîyatê yê nû ewil bi teqlîdkirinekê dest pê dikin, dema tiştek derket tu lê binere û bêje ez ê jî tiştekî wusa heta ji vêya xweştir derxim holê pêşî teqlîdkirin e lê dûre dibe pêşketin.

Dîsa peyvek û biwêjek hat pirsin. Akincî ji kesê ku ji bo projeya îskanê dewletê di cîyan de bizanebûn bi cî kiribin re tê gotin, berovajî mihaciriyê ne ji ber mecbêriyetê ye. Li cem me dijberiya koçerbûnê dêmanî heye lê ne bi wateya akincîtîyê ye. Biwêja zikirkê wî yê xêrê be min bikaranî û min wateya wê ji kesên temendirêj jî pirsî kesî bersiveke berbiçav neda, tam ji bo çi ye, min bikaranî, ez jî wateya wê ya rast nizanim. 

Min bêhtir serê xwe bi mijarê ve êşand, piştî mijarê jî helbet vegotin. Min nexwest zimanekî ajitekirinê an propagandaîst bikar bînim, rast e mijarên civakî, sîyasî şer û pevçûn derbas dibin lê min ev yek ji çîrokên basit, rojane re kir fonek, wek fon bikaranî. Tiştên ez bêjim ewqas in, hêvî dikim min tişt ji bîr nekiribin. Spasiya we dikim dîsa. 

Piştî axaftina nivîskarê çîrokê Loqman Ayebe Şêwr bi dawî bû.

Nîşe: deşîfrasyona dengan ji aliye Mehmet Arak ve hatiye kirin.
***

Têbiniya Diyarnameyê: Her ku nirxandinên koman tên em wan belav dikin. Komên din ku nirxandinên xwe bişînin emê wan jî belav bikin. 

Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com 


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet

ad

Di Festîvala Kurdî de îro

ad

Em wî bibîr tînin

ad

Hevpeyvîn bi romanivîsar Mîr Qasimlo re

ad

Gotina Hefteyê: 'Dersimî tirk kurên tirkan in'

ad

Ne şer ne tirsê nekarî bi Fûara Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname