logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Şikefta Qeşayê ya Bazîdê

Bazîd ne tenê nav û dengek ji kûrahiya dîroka me û wêjeya me ye, ew her wiha xwediyê gelek xweşikî û pêkhatinên xwezayê

  • Dîrok: 20/01/2022
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Melîk AYKOÇ

Bazîd ne tenê nav û dengek ji kûrahiya dîroka me û wêjeya me ye, ew her wiha xwediyê gelek xweşikî û pêkhatinên xwezayê ye jî. 

Bazîd ne tenê nav û dengek ji kûrahiya dîroka me û wêjeya me ye, ew her wiha xwediyê gelek xweşikî û pêkhatinên xwezayê ye jî.

Dibe ku vê taybetiya wê jî stûna wêjeya me Ehmedê Xanî vexwendibe ser axa xwe. Çiyayê Agirî û mîtolojiya mirovahiyê, Çala Meteorîtê û nifira “Topa xwedê li te keto!” Hespê Gola Sîtilan, Qesra Îshak Paşa, rêya dîrokî ya hevirmêşê, rêya Xaldiyan û Şikefta Qeşayê. Bêguman zozanên bê ser û bin, avên bijûn, germikên êşa bawiyan û tendûristiyê jî, xeml û xweşikahiya heremê ye. Ji bilindahiyên wê deng û awazên dengbêjiya bi nav û dengê Evdalê Zeynikê razê jiyaneke çîrokî li giyana mirovan bar dike. Û li benda xwediyê xwe ye. Em îro jî li wê xakê hinekî bi mijara “Şikefta Qeşayê” dakevin.

Ev şikefta qeşayê bi qasê 3 km li bakurrojhilatê gundê Xelacê, li berpalê  Agiriya Piçûk e. Pê derê wê wekî daketineke tektonîk xuya dike, Piştî erd 10 metre daketiye ev şikeft jî derketiye rûyê erdê. Bes lêkolîneke zanistî li ser nehatiye kirin. Ji wê, baş nayê zanîn, ka ev jî bi lêdana meteorîtê derketiye, yan jî piştî erdhejekê wek daketineke tektonîk pêk hatiye. Ji ber ku li hawirdor çîyayên volkanîk tunêlên lavayê hene, gelek caran xweber daketin jî pêk tê. Lê hin pisporên ew çalahiya devê şikeftê vekirine, dîtine, vê jî wek lêdana meteorîtê destnîşan dikin. Ev bi qasê 8 ta 9 km li bakurrojavayê Çala Meteorîtê ye. Ji wê, dibe ku parçeyê meteorîtê jî li vir dabe.

Anegorî agahiyên berdest, ev şikeft 10 metre di bin axê de ye. Bi qasî 100 metreyan dirêj e, 50 metreyan fireh e û 8 metreyan jî bilind e. Heger mirov kevir û zinarên bazalt û lava yên di hundir û paşiya şikeftê de jê derxe, dibe ku di dawiya wê de tunêlên lavayê derkevin. Anegorî daneyan, ew û Çala Meteorîtê li ser heman tunêla lavayê ne. Heger li ser were xebitandin û dawiya wê were vekirin, dibe ku tunêla lava ya bi kîlometreyan jî derkeve holê. Pispor bawer dikin ku li her aliyên Çiyayê Agiriya Mezin jî ev tunêlên lavayê hene, bes, nehatine kolan, yan jî li wir daketinên tektonîk pêknehatine, lema cihên wan nayê zanîn.

Havînan dema her der germ dibe, aveke zelal a di bin zinarên Agiriya Piçûk re tê, dadiwerive ser wan zinarên di şikeftê de, hewa sar a ji kurahiya şikeftê û ji hin qelîştekên paşiya şikeftê tê, wê ava li ser zinaran dicemidîne û dike qeşa. Di bingehê xwe de hewaya ji kûrahiya tunêlên lavayê tên, gaz in, zirarê dide zindiyan, lê ew hewa û ba bayekî bijûn e, ne hewaya gaz û rêbaya kîmyewî ye ku zirarê bide. Bi hatin û di nava şikeftê de gerîna wê rêbayê, hundir sar dike, dike weke sarincê. Yanê pergala sarkirina wê wisa didome. Zivistanan jî hundirê şikeftê ji der pir pir germtir e. Gundî havînan qatix û tiştên divê sar werin girtin tînin datînin vira. Yanê erkê qeşaxaneya gund wergirtiye.

Havînan taybetiyeke din a vê şikefta bi raz heye. Dema tîrêjên rojê yên di nava zinaran re li av û qeşa şikeftê dide, wêneyên gelek taybet diteyîsîne. Mirov wer zen dike ku kulîlkên qeşayê yan jî çisnek çivîkên taybet li vir niştine. Heta li der û dorê yên ji vanan re “ferîşteyên şikefta qeşayê” dibêjin jî hene. Ev taybetiya wê jî, mirovan heyranî xwe dike, û diheyirîne jî, ji wê, her sal bi sedan, heta carnan jî bi hezaran kes tên ziyareta vê şikeftê.

Bi salan e. gundîyên Xelacê bi tevê gundên derûdor û rayedarên herêmê ji bo çêkirin û asfalkirina rêya wê serî li saziyên dewleta dagirker didin. Di hemû rojnameyên wan de jî ev nûçe û giringîya tûrîzmê hatin weşandin, lê rêya wê hê jî çênekirine. Gundiyan bi xwe ji xaçerêya hetanî nêzîkê Şikefta Qeşayê, hin kevir hilçinîne, wekî şiverêyekê, yan jî ji bo navgînên bejahiyê vekirine. Tev de ew e.

Dema mirov xwediyê welatê xwe nebe, dagirker berhemên heyî jî dirûxînin, di bin bendavan de dihêlin, lê rê û derfetên tûrîzmê venakin.

Hetanî mijareke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de. Her wiha xwe ji belaya serdemê biparêzin.

20.01.2022, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Gultan Kişanak qala meseleya Licê kir

ad

Kurê Şêx Seîd wefat kir

ad

Kongreya BDP'ê dest pê kir - 1

ad

Bername bi ser neket: Par 8 mîlyon zarok mirin

ad

Kamco Manchester go bi ser biko?

ad

Delal û Dilda çûn serdana bavê xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname