Diyarname
Kurê Şêx Seîd ê bi navê Ahmet Firat ku kurê dawî bû yê dijiya wefat kir. Ahmet Firat ev 2 roj bûn ji ber pirsgirêka pişikê dihat dermankirin.
Kurê Şêx Seîd ê dawî ku li jiyanê ye Şêx Ahmet Firat 92 salî bû û ev du roj bûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Erzeromê dihat dermankirin.
Cenazeyê Firat îro dê li Goristana Taxa Kolhîsar bê definkirin û li Mizgefta Hacî Abdulbaki ya li Xinisa Erzeromê şîn bê danîn.


