Diyarname
Enstîtu Îstanbul (ÎSMEK) ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de xebatên xwe didomîne, dersên kurdî jî dide. Ji bo serdema duyemîn a qursê niha dema serîlêdanê ye.
Qursên ku niha tê dayîn bi kurmancî ye û di asta A-1 û A-2 de ye. Beşa yekem a qursan par di 6'ê kewçêrê de dest pê kiribûn. Niha yên bixwazin dikarin serî li ÎSMEK'ê bidin.
Li gor agahiya ku hatiye belavkirin qurs dê dawiya hefteyê û 3 mehan bidome; bi temamî dor 120 saetan dê perwerdehî hebe.
ÎSMEK ku li gelek navçeyên Stenbolê cihên wan hene, qursên kurdî li navçeyên Avcilar, Bagcilar, Esenyurt, Şîşlî, Kadikoy û Uskudarê tê dayîn.


