Diyarname
Şaredariya Bajarhe Mezin a Edeneyê Festîvala Gûzika Zêrîn li dar dixe. Şaredarî ji bo îsal dîroka festîvalê eşkere kir. Festîval îsal 29’emîn car dê di navbera 12-18’ê rezberê de li dar bikeve.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirni di warê Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî, Belgefîlm, Kurtefîlm, Kurtefîlmên Xwendekaran û Pêşbaziya Kurtefîlman a Edeneyê de pêşbazî bêne lidar xistin. Yên bixwazin berhemên xwe bişînin dikarin ji ser malpera festîvalê re bikevin têkiliyê.
Ji bilî van di festîvalê de dê sempozyûm, atolye, pêşangeh û gotûbêj jî hebin.


