Diyarname
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya TUYAP’ê ev du sal bûn ji ber Covid-19’ê nedihat li dar xistin niha careke din tê. Îsal fûar dê di navbera 3-11’ê berfanbarê de lidar bikeve.
Li Tirkiyeyê fûara pirtûkan a herî mezin a TUYAP’ê ye ku li Stenbolê li dar dikeve. Ev du sal bûn ji ber pandemiyê hatibû betalkirin û niha careke din li dar dikeve. Li gor agahiyên ku me ji amadekrên fûarê girtin îsal dê di navbera 3-11’ê berfanbarê de li TUYAP’a li Beylîkduzuyê li dar bikeve.
MÊVAN NAZLI ERAY E
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya TUYAP’ê îsal 39’emîn car dê li dar bikeve. Her sal nivîskarek dikin mêvanê/a rûmetê, îsal biryar dane ku nivîskar Nazli Eray bikin mêvana rûmetê. Di vê çarçoveyê de li ser nivîskar Eray dê hin panel, gotûbêj û çalakî lidar bikevin.
Li aliyê din îsal wekî mijara bingehîn a fûarê jî wekî *Cîhana Bi Sihêr A Pirtûkan” diyar kirine û gotine ji wêjeya fantastîk heta wêjeya honaka zanistî dê li ser cîhana bi sihêr a pirtûkan mijar hebin. A rast bi vê mijar û mêvanê ev 39'emîn fûar dê sala 2020'î li dar biketa, lê ji ber pandemiyê li dar neket û îsal bi heman şiklî ji cihê mayê didome.
Wekî her carê li Stenbolê bi sedan weşanxane û saziyên sivîl beşdarî fûarê dibin, îsal jî bi heman awayî dê lidar bikeve. Her wiha nêzî 10 weşanxaneyên kurdan jî li fûarê standê vedikin, îsal hê nediyar e dê çend ji wan beşdar bibin.
TUYAP’ê piştî pandemiyê îsal pêşî li Edeneyê, dûre li Bûrsayê fûara pirtûkan li dar xist. Û niha amadehiyan ji bo ya Stenbolê dike.
Nazli Eray kî ye?
Nivîskar Nazli Eray di sala 1945'an de li Enqereyê hatiye dinê. Di dibistana navîn sala 1959'an de çîroka xwe bi navê "Mosyo Hristo" nivîsand û dest bi wêjeyê kir. Heta niha bi çîrokên xwe gelek xelat girtine.
Wê heta niha bi dehan pirtûkên çîrokan, roman, ceribandin, bîranîn û pirtûkên çîrokên ên zarokan nivîsandine.
Ev in pirtûkên wê:
Çîrok:
- Ah Bayim Ah (1976)
- Geceyi Tanidim (1979)
- Kiz opme Kuyrugu (1982)
- Hazir Dunya (1984)
- Geceyi Tanidim - Erostratus (1985)
- Eski Gece Parçalari (1986)
- Phantastische Symphonie (1986)
- Yoldan Geçen oykuler (1987)
- Aşk Artik Burada Oturmuyor (1989)
- Kuş Kafesindeki Tenor (1991)
- On uç Buyulu oyku (2002) (Kolektif)
- Gece oykuleri (2002) (Kolektif)
- Yalanci oykuler (2003) (Kolektif)
- Kalbinde Kadin Taşiyan Erkekler Birahanesi (2011)
- Geceyi Tanidim - Yoldan Geçen oykuler: Toplu oykuler 1 (2016)
- Ah Bayim Ah - Kiz opme Kuyrugu: Toplu oykuler 2 (2017)
Roman:
- Pasifik Gunleri (1981)
- Orphée (1983)
- Arzu Sapaginda İnecek Var (1989)
- Ay Falcisi (1992)
- Yildizlar Mektup Yazar (1993)
- Uyku İstasyonu (1994)
- Âşik Papagan Bari (1995)
- İmparator Çay Bahçesi (1997)
- orumcegin Kitabi (1998)
- Elyazmasi Ruyalar (1999)
- Ayişigi Sofrasi (2000)
- Aşki Giyinen Adam (2001)
- Sis Kelebekleri (2003)
- Beyoglu’nda Gezersin (2005)
- Orpheus (2006)
- Farkli Ruyalar Sokagi (2007)
- Kayip Golgeler Kenti (2008)
- Marilyn: Venus’un Son Gecesi (2010)
- Halfeti’nin Siyah Gulu (2012)
- The Emperor Tea Garden (2013)
- Aydaki Adam: Tanpinar (2014)
- Ruya Yolcusu (2016)
- olum Limuzini (2017)
- Sinek Valesi Nizamettin (2018)
- Aşk Yeniden İcat Edilmeli (2018)
Ceribandin:
- Duş İşleri Bulteni (1994)
- Kapiyi Vurmadan Gir (2004)
- Ekmek Arasi Ruya (2006)
Bîranîn:
- Deniz Kenarinda Pazartesi (1984)
- Tozlu Altin Kafes: Yaşamimdan Anilar 1 (2011)
- Bir Ruya Gibi Hatirliyorum Seni: Yaşamimdan Anilar 2 (2013)
Pirtûkê Zarok û Ciwanan:
- Gece Çiçegi İstanbul (2009)
- Naz ve Koşkteki Vampir (2009)
- Naz ve Buyulu Bahçe (2009)
- Frej Apartmani’nin Esrari (2009)
- Karga Feramuz’un Aşki (2011)
- İki Kafali Topaç Villy (2012)
- Çiglik Atan Mumya (2013)
- Sihirli Saray (2014)
- Bir Bocek Sevdim (2015)
- Goren Gozler Duyan Kulaklar (2015)
- Billur Ahtapot ile Mor İnci (2016)
- Buyulu Beyoglu: İki Kafali Topaç Villy (2017)
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com


