MÊRDÎN
Kayûmê Qoserê, tîma voleybolê ya Yenî Kiziltepe Sporê ku ew bi xwe “Serokê Rûmetiyê” yê tîmê bû, bi awayekî bêdeng hate firotin.
Kayûmê Şaredariya Qosera Mêrdînê, Tîma Yenî Kiziltepe Sporê wekî alternatîfa tîma Kiziltepe Belediye Sporê ava kiribû. Hat zanîn ku Tîma Yenî Kiziltepe Sporê firotin koma Bursayê ya Hekîmoglu Global Connect Travelê. Tîma ku ji hêla rêveberiya kayûmê ve hatibû avakirin, bi saya xerckirina mîlyonan, di beşa voleybolê de derketibû Lîga AXA Sîgorta Efelerê. Tîm, bi rengekî bêdeng hate firotin. Hat zanîn ku tîmê îdîa dikir ku ji hêla aborî ve piştgirî pê re nayê kirin û ji ber ku rêveberiya kayûmê êdî pere pê re nedigihijandin, biryara firotina wê hatiye dayîn.
Tîma ku serokatiya wê Turgut Cevheroglu dikir hate firotin lê kayûmê Şaredariya Qoserê Huseyîn Çam ku “Serokê Rûmetiyê” yê tîmê bû, têkildarî mijarê tu daxuyanî neda.
Piştî ku Çam wekî kayûm tayînî Şaredariya Qoserê hatiye kirin, wekî destpêkê xwest ku rêveberiya tîma Kiziltepe Belediye Sporê bi dest bixe. Lê ev daxwaza wî pêk nehat û li ser vê yekê jî alîkariya şaredariyê ya ji bo tîmê bi dawî kir. Rêveberiya kayûmê piştre jî wekî alternatîf tîma Yenî Kiziltepe Sporê ava kir û Huseyîn Çam jî wekî “Serokê rûmetê” destnîşan kir. Li ser hev transfer hatin kirin û tîm derket Lîga AXA Sîgorta Efelerê û bi Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu re jî wêne kişandibûn. Ew tîm niha hat firotin.
Ji MA'yê hatiye girtin


