Diyarname
Van rojan Mezatxaneya Christie’s berheman derdixe mezatê. Vê carê berhemê hunermendê îtalî Michelangelo derxist mezatê û berhem bi 23 mîlyon Euroyî hat firotin.
Michelangelo yek ji hunermendên serdema Ronesansê ye. Berhema wî ku piştî salan derketibû holê li Fransê derxistin mezatê. Ev berhem herî dawî di sala 1907’an de hatibû firotin. Niha careke din derxistin mezatê û bi 23 mîlyon û 162 hezar Euroyî hat firotin.


