Diyarname
Metropollê li ser hilbijartinê anketek nû çêkir. Di navbera 13-20’ê gulanê de li 26 herêmên ku 28 bajaran digirin nava xwe anket hatiye çêkirin. 2045 kes beşdarî anketê bûne. Li gor vê anketê bêyî dengên kesên bêbiryar bê belavkirin AKP sedî 26,5, CHP sedî 18.4, Îyî partî sedî 12.2 û HDP sedî 11.2 bi rêzê tê. Di vê beşê de sedî 8.3 yên bê biryar hene, sedî 5.9 gotine ew dê protesto bikin û sedî 4.8 jî bersiv nedaye.
Piştî dengên yên bêbiryar li partiyan hatine belavkirin ev encam derketiye:
- AKP: Sedî 32.7
- CHP: Sedî 22,6
- Îyî Partî: Sedî 15,1
- HDP: Sedî 13,8
- MHP: Sedî 8
- ZaferPartîsî: Sedî 1,8
- SP: Sedî 1,6
- DEVA: Sedî 1,3
- Yenide Refah Partisi: Sedî 1
- Memleket Partisi: Sedî 0,8
- Turkiye İŞçi Partisi: Sedî 0,6
- Yên din: Sedî 0,7


