Diyarname
Ji bo sedema 2022-2023'yan a Lîga Ewropayê ya UEFA'yê pişke hat kişandin û tîmên ketin nava koman diyar bûn.
Di Kûpaya Duyemîn a Ewropayê de ji bo maçên koman îro pişke hat kişandin. Li Halîca Stenbolê pişke hat kişandin û tîmên ketine nava 8 koman diyar bûn.
Pişke bi vî rengî çêbû:
- Koma A: Arsenal, Psv Eindhoven, Bodo Glimt, Zurih
- Koma B: Dinamo Kiev, Rennes, Fenerbahçe, AEK Larnaca
- Koma C: Roma, Ludogorets, Real Betis, Helsinki
- Koma D: Braga, Malmo, Union Berlin, Saint-Gilloise
- Koma E: Manchester United, Real Sociedad, Sheriff, Omonoia
Koma F: Lazio, Feyenoord, Midtylland, Sturm Graz
- Koma G: Olympiakos, Karabax, Nantes, Freiburg
- Koma H: Stêrkasor, Monaco, Ferencvaros, Trabzonspor
Di komên xwe de tîmên bibin yekemîn dê raste rast derbasî Dora 16'an bibin. Tîmên bibin duyemîn û tîmên ku di Lîga Şampiyonan de bûne 3'yemîn dê bi hev re bilîzin û ji wan dê 8 tîmên din derbasî Dora 16'an bibin.
MAÇ 8'ê REZBERÊ DEST PÊ DIKIN
Maçên Lîga Ewropayê roja 8'ê rezberê dest pê dikin û maçên koman îsal 3'yê sermawezê bidawî dibin. Maça fînalê ya Lîga Ewropayê roja 31'ê gulana 2023'yan dê li Puskas Arena ya li Budapeşteya Macaristanê bê lîstin.
***
Nûçeya Eleqedar:


