Diyarname
Li çend bajaran dawiya vê hefteyê hin çalakiyên çandî hene. Me ew dan hev.
AMED
- Li Wêjegeh Amedê roja 11’ê mehê hunerend Sofia Zafeiriou dê performanseke hunerî pêşkêş bike. Stranbêj û bestekara Zafeiriou li Atînayê xebatên xwe yên muzîkê didomîne, niha dê li Amedê performanseke pêşkêş bike.
- Koma Şaneya Bajêr a Amedê rojên 10 û 12”yê mehê li sehneya xwe dê lîstika xwe “Hinek Henek”ê pêşkêşî lîstikhezan bike.
STENBOL
-Li Stenbolê bi beşdariya nivîskar Cîhan Roj gotûbêjeke li “İstanbul Edebiyat Evi” li dar dikeve. Roj dê li ser “Ji salên 90’î heya îro edebiyata modern a kurd” biaxive.
Gotûbêje 11’ê mehê roja yekşemê saet 15.00-15.45’an de li dar dikeve. Cih: Asmalı Mescid Mahallesi, Yemenici Abdullatif Sokak, 1, Beyoglu, Telefon: (0212) 2529389
ÎZMÎR
- Li Îzmîrê hunermend Kasim Taşdogan li Cafe Mayê derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Konsera wî 10”ê mehê, saet 20.30 de ye. Ji bo têkilî: 0536 255 4172


