Diyarname
Di Lîga Îtalyayê Serie A’yê gaveke dîrokî tê avêtin: Yekemîn car hakêmeke jin li nava sehayê dê maçê bi rê ve bibe.
Hakêma navsehayê ya bi navê Maria Sole Ferrieri Caputi vê hefteyê dê maça Sassuolo-Salernitanayê bi rê ve bibe. Bi vê yekê di dîroka Serie A’yê de yekemîn car hakêmeke jin a nav sehayê dê maçê bi rê ve bibe.
Li Serie A’yhe vê hefteyê (1’ê mehê) maçên hefteya 8’an têne lîstin. Hakêmên vê hefteyê hatin eşkere kirin û Caputî kete nava dîroka Serie A’yê.
Hakêm Maria Sole Ferrieri Caputi di sala 1990’î de li Livornoya Îtalyayê hatiye dinê. Wê berê di Serie B û Coppa Itaila de li fîrfîrokê daye, niha yekemîn car li Serie A’yê tîman bi rê ve bibe.


