Cemil Oguz
30'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku li dor 600 weşanxane û saziyên sivîl beşdar bûbûn, di nav van de nêzî 10 weşanxaneyên kurdan jî hebûn bi dawî bû.
Wekî gaveke din a girîng a fûarê ya ji bo kurdî jî ev bû ku di fûarê de panelên bi kurdî jî li dar ketin.
Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP di serdema derbeya 12'yê Rezbera 1980'yî de, 30 sal berê li salona otelekê li dar dikeve. Wê çaxê 18 weşanxane beşdar dibin û bi giştî li dor 18 hezar mêvan diçin serdana pirtûkan. Îsal li dor 600 weşanxane û saziyên sivîl beşdar bûn û hejmara mêvanên çûn serdanê jî li gor agahiya berpirsên çapemeniyê yên fûarê ku dan me, îsal 415 hezar kes çûne serdanê.
Di fûarê de beşdaran bal kişand ser azadiya ramanê, di serî de Bilgi, Aram, Evrensel, Belge û gelek weşanxaneyên din piştgirî dan Ragip Zarakolu ku kurtedemek berê hatibû girtin.
Weşanxaneyên kurdan ku beşdarî fûarê bûbûn jî bi kêfxweşî xebata xwe ya li fûarê temam kirin. Di nav weşanxaneyên kurdan de îsal standa herî mezin a Weşanên Avesta bû ku bala hemû xwendevanên kurdî kişand. Weşanên Lîs ji par biçûktir cih vekiribû (li gor Xwediyê Lîsê Lal Laleş ji ber meseleyeke teknîkî wisa çêbûye) ku nivîskarên Lîsê jî ji vê ne razîbûn. Weşanên Ava û Lîs, Weşanên Vate û Pêrî li kêleka hev stand vekiribûn.
Li ser pirsa fûar çawa derbas bû, herî zêde kîjan pirtûkên wan ên bi kurdî hatin firotin me bi berpirsên weşanxaneyên kurd re hevdîtin pêk anî. Her wiha Weşanên Evrenselê ku weşanxaneyeke çepgir e, pirtûkên bi tirkî çap dike, lê di van salên dawî de dest bi çapkirina pirtûkên kurdî jî kiriye, tenê îsal nêzî 10 pirtûkên bi kurdî weşandine jî der barê firotina pirtûkên bi kurdî de agahî da me.
Dîtinên berpirsên weşaneyan (Li gor rêza alfabetîk) ev in:
Berpirsê Weşanên Aram M. Emin Teymûr:
Me di vê fûarê de dît ku xortan zêdetir bala xwe dabû ser kurdî. Di panelên ku li dar ketin de jî ev yek derket pêş. Ji pirtûkên me yên bi kurdî herî zêde "Siya şikestina Tûrcel" a Hogir Berbir û "Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon" a Şerefxan Cizîrî hatin firotin.
Xwediyê Weşanên Ava Ronî War:
Ji bo me pir baş derbas bû. Bi taybetî sê rojên dawî baş derbas bû. Jinên sergirtî gelek hatin ber standa me û pirtûk kirîn. Wekî ku yên oldar xwedî li kurdî derên. Vê yekê zêdetir bala min kişand. Û helbet xwendekar jî.
Yê me romana "Feqiyê Teyran", "Siyabend û Xecê", "Tahir û Ziharê" zêdetir hatin firotin. Dibe ku ji navên wan be jî, nizanim.
Xwediyê Weşanên Avesta Abdullah Keskin:
Ji 15 salên weşanxaneyê îsal hem ji aliyê zêdebûna firtûkan ve, hem ji aliyê standê ve ku me standek taybet a mezin çêkir, em bi awayekî amade beşdarî vê fûarê bûn. Kêmasiyeke me ew bû ku me çalakî li dar nexistin ku ev jî ji ber kêmasiyeke teknîkî ya di navbera me û amadekarên fûarê de çêbû. Lê wekî din baş bû, helwesta xwendevanan baş bû.
Xwendevan zêde dibin lê mirov nikare qala xwendevanek ber bi çav bike, dîsa jî xelekek çêbûye. Parastin û pêşxistina vê xelekê muhîm e. Me ev yek dît ku operasyonên dawî yên li hemberî kurdan bandoreke neyînî li fûarê kiriye.
Li fûarê 500-600 weşanxane hene, di nav van de encax sedî yek ê kurdan in. Dema tu wisa bifikirî temsiliyeta kurdan li vir zeîf dimîne. Gere ev biguhere. Hemû weşanxane divê bi awayekî xurt, bi cihê xwe yê mezin beşdar bibin. Dibê nebêjin ezê zirarê bikim. Divê temsiliyeta weşanxaneyên kurd xurt bibe. Em qala bazarê dikin, ma ji vê derê baştir bazar heye?
"Mîrzeyê biçûk" gelek eleqe dît. Kurdan jî, tirkan jî ew dipirsî. "Jineke Xinanî" ya Şêrzad Hesen bal kişand. Klasîkên me dîsa wisa; Mem û Zîn zêde hatin firotin. Pirtûkên Cegerxwîn dîsa zêde hatin firotin.
Berpirsê Weşanên Dengê Kamer Baysulen:
Ez dikarim bibêjim îsal baş bû. Ji bo nasandina weşanxaneyan nasandineke baş bû, herî zêde ev ji bo me girîng bû.
Ferhenga M. Emîn Bozarslan a kurdî-kurdî ku cilda wê ya yekem me derxist baş hat firotin. Şerefname, dîsa ferhenga Îzolî baş hat firotin.
Gerînendeyê Weşanê yê Weşanên Evrensel Cavit Nacitarhan:
Destpêkê de sekanek hebû lê paşê lez da xwe, baş bû. Yê me ji pirtûkên tirkî pirtûkên zarokan û roman bal kişandin. Roman û pirtûkên lêkolînê jî bi vî awayî. Pirtûkên me yên bi tirkî yên li ser kurdan bal kişandin. Ji pirtûkên me yên kurdî herî zêde me "Bahol" a Çiya Mazî firot. Dûre "Dengê Do"yê ya Ferit Edgu (Wergera kurdî Cemil Oguz) zêde hat firotin.
Yek ji edîtorên Weşanên Lîs Kawa Nemir:
2 rojên dawî bi taybetî baş derbas bû. Ji par baştir bû. Ji ber cihê me îsal hinek biçûk bû, ev yek ne xweş bû lê dîsa jî ji par baştir bû. Yê me Dîwana Berken Bereh, Soneyên Shakespeare, Dîwana Lal Laleş ku nû derket, dîsa Salnameya Kawa Nemir zêde hatin firotin.
Xwediyê Weşanên Nûbiharê Suleyman Çevîk:
Ji rewşa me hêvî dikir baştir bû. Yanê baş derbas bû. Herî zêde dawiya hefteyê eleqe hebû. Nivîskar jî hatin û çûn, ev jî baş bû.
Rêza kelepora kurdî zêde bal kişand. Pirtûka M. Emin Zekî Beg, Ez kurdî hîn dibim, Dîwana Melayê Cizîrî, Ferhenga Pirzimanî ku nû derket, ev zêde hatin firotin.
Xwediyê Weşanên Pêrî Ahmet Onal:
Ji aliyê me ve, ji her alî ve pozîtîf bû. Xwendevanan, ciwanan eleqeyek baş nîşan da. Sohbeta bi xwendevanan re baş bû. Wisa diyar e ku asta xwendina bi kurdî bilind bûye. Mirovan bi zaneyî pirtûk hildibijartin. Me hedefa xwe derbas kir.
Ji nav pirtûkên me "Şer li çiya" ya Eliyê Evdirehman, Bîranînên Ziya Avci, "Ziman, Namname, Netewetî, Neteweperweri"ya Îsmaîl Beşîkçî baş hatin firotin.
Weşanên Vate:
Fûar ji rewşa em li bendê bûn hinek baştir derbas bû. Dawiya hefteyê zêdetir baş bû. Di nav pirtûkên me de "Mi Şêx Seîd Dît" ya Malmîsanij, "Dêrsim" a Andranîk baş hat firotin. Ji pirtûkên me yên kirmanckî herî zêde ferhengên kirmanckî, pirtûka li ser dersa kirmanckî baş hatin firotin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ji bo helbestvanê eşq û evînê rêzgirtinek
- Klama winda ya Mezopotamyayê hat ser ziman
- Wêneyê hefteyê: Demîrtaş û Onder pirtûk îmze kirin
- Li fûarê piştgiriya ji bo azadiya ramanê
- 'Vê hikumetê kurdî qedexe kir'
- 'Bila tirk berheman ji kurdî wergerînin tirkî'
- Serokê TYB: Bila hikumet TMK'ê biguherîne
- Gotûbêj: 'Dengê Doyê' bi kurdî tê ser ziman
- Gelek nivîskarên kurd beşdarî TUYAP'ê






