Diyarname
Li Meksîkayê ji ber ku zîtik bera kesek daye, kesek jî gez kiriye kerek avêtin hepsê.
Bûyer li eyaleta başûr Chiapasê pêk hatiye. Li gor agahiya berpirsê polîsan Sinar Gomez 'kerî li çiftlikekê êrîşê du kesan kiriye û ew birîndar kiriye. Heta xwediyê kerê mesrefên wan ên nexweşxaneyê nede dê ker di hepsê de be.'
Gomez wisa gotiye: "Li vê derê kesek sûcê bike dikeve hepsê, ew kî dibe bila bibe."
Kerî singê Genaro Vazquezê 63 salî gez kiriye û zîtik li Andres Hernandezê 52 salî daye. Xwediyê kerê Mauro Gutierrez jî gotiye ku mesrefê herduyan ên li nexweşxaneyê 470 dolar digire û ew niha dikin ku li hev bikin.
Li eyaleta Chiapasê par jî kûçikek ji ber ku kesek gez kiribû 12 rojan di hepsê de mabû, piştî ku xwediyê kuçikî 18 dolar dabû hatibû berdan.


