Diyarname
Li jor navê Feqiyê Teyran, li binî yek ji neviyên wî, yek ji şopînerên wî ku tilî bilind kirine...
Wêne li Culemêrgê hatiye kişandin. Şaredariya Culemêrgê di bin banê xwe de Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran bi merasimeke mezin vekir. Ji biçûk heta mezinan her kes li wê derê bû.
Şaredarê Culemêrgê Fadil Bedinhanoglu wisa axivî: "Ger nasnameya gelekî hebe, ev yek tenê bi çand û hunerê xweşik dibe. Ji bo kesekî tiştê bi qasî zimanê zikmakî girîng jî çand e. Îro di vî warî de me gavek biçûk avêt. Lê divê ji bo gavên mezintir em bixebitin. 6 mîlyon TL deynên gelê me ji bo şaredariyê hene. Ji kerema xwe re me nekin mihtacê dewletê. Deynê xwe bidin ku em jî xizmetên mezin bikin."


