Omer Faruk Baran
Canip Yildirim di xatirayên xwe yên Diyarbekirî de balê dikişîne ser zimanbaziya Suleyman Nazif û dide zanîn ku hemşeriyê wî di wexta xwe de dîplomatekî kûr û dêrîn bûye.
Li gor neqilkirina Canip Yildirim, gava Ekrem Cemîlpaşa û Qedrî Cemîlpaşa ji Suleyman Nazif re behsa karên xwe yê li Lozanê kirine, Suleyman Nazif ji wan xwarziyên xwe yên xam û xort re gotiye "Kurrrrê min, hûn neçûne Lozanê, hûn çûne Zozanê.."
Ser vê gotina têra xwe manîdar, Canip Yildirim dibêje "Suleyman Nazif bi vê gotinê xwestiye ku bêje ‘Tehsîla we ne tu tehsîl e û hûn li ser milet û mîliyetê jî tiştekî nizanin."
Di şor û şertên îro ro de Ekrem Cemîlpaşa û Qedrî Cemîlpaşa eşkere, li eyan beyanê ji pêşengên kurdperweriyê tên hesibandin, lê Suleyman Nazif bi kar û kirên xwe bi rêberîya bo rizgariya tirkan tê naskirin.
Bes hin xatira û raporên îstîxbaratê raber dikin ku li ser Suleyman Nazif yek îşaretên kurdperwerîyê hebûne, lê dûre êdî ku çi bûye wî ew perwerî ji xwe daweşandiye û dageriyaye ser riya tirkperweriyê.
Mesela, Cahit Tanyol di kitaba xwe ya ser kurdan û tirkan de behsa lihevrasthatineke Yahya Kemal û Suleyman Nazif dike. Ew her du şairên di dawiya salên 1910'î re bi îşxala Stenbolê re bi hev re ketine matemeke mîlî, rokê li Beyogluyê li hev diqelibin. Bi gotina Yahya Kemal be, Suleyman Nazif çito ku çav li wî dikeve kêf xweş dibe û dibêje, "Yehya, birao, meseleyeke muhîm heye, lazim e ez û tu herin li cîhekî rûnin, xeber bidin."
Her du şairên şiîra tirkî derbazî loqentekê dibin û ser wê meseleya muhîm xeber didin: Suleyman Nazîf ji Yahya Kemal re dibêje "Birao, kurd li Stenbolê cemiyetekê çêdikin. Di halê hazir de temamê miletê dinê ji tirkan nefret dikin. Nabe em li ser navê tirkan hereket bikin. Em herin li dora wê cemiyeta kurdan kom bibin û ji wir bimeşînîn mucadeleya xwe." Yahya Kemal wê teklîfê red dike û Suleyman Nazif jî ji wê riyê vedigerîne.
Loma ye herhal, di hin belgeyên îngilîzan yên sala 1919'an de sekn û siyaseta Suleyman Nazif geh li xêra kurdan xuya dike, geh li xêra tirkan û geh jî li xêra her du miletan. Elbet îngilîzên zeman gumanê datînin ser vê dudiliyê û di raporekê de jî dibêjin belkî Suleyman Nazif tenê bo nehf û faydeya hikûmeta tirk li meseleya kurdan dinêre.
A dilan di dilan de, a aqilan di aqilan de, tarîx dide zanîn ku Suleyman Nazif di sala 1927'an de, çend salan piştî avabûna Komara Tirkiyeyê miriye.
Ji edebîyata tirkî Yakup Kadri bi zimanekî qehrtêde dibêje Suleyman Nazif rû nedaye Mustafa Kemal, ji mucadeleya xwe ya mîlî poşman bûye û di taliya emrê de jî ketiye halekî xizan û perîşan.
Yakup Kadri ye, dibêje Suleyman Nazif, li Nişantaşiya Stenbolê li maleke biçûk, di odeyeke teng û tarî de, bêyî ku nasek kesek li cem wî be canê xwe ji dest daye û ji wê malê balê dikişîne ser sêvekê, sêveke gezek lêketî, li ser maseya li ber serê wî.
Jêder:
Tanyol, Cahit: Turkler ile Kurtler, Era Yayincilik, 1993
Miroglu, Orhan: Canip Yildirim’la Soyleşi - Hevsel Bahçesinde Bir Dut Agaci, İletişim Yayinlari, 2005
Karaosmanglu, Yakup Kadri: Gençlik ve Edebiyat Hatiralarim, Bilgi Yayinları, 1969
omerfarukbaran@hotmail.com
**
Nivîsên din ên Omer Faruk Baran ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ferhenga Baranî: Çilek û Zikselete
- Ji çavên Reşê dostaniya Musa Anter û Safiye Ayla
- Wêranşar 1977, Şerê Xal û Xwarziyan û Kevokên Spî
- Musa Anter, Zekî Muren û Musa Muren
- Mîzahşorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî
- Rûken Be Sezen Aksu û Gulumse Kemal Burkay
- Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan
- Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019


