Amed
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê sibê here Amedê. Berî vê Komeleya 78'yiyan li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hatin ba hev û xwestin girtîgeh bibe Muzeya Mirovahiyê. Endamên komeleyê gotina Erdogan a ku par gotibû, "Girtîgeha Amedê tê valakirin, em wir dikin Navenda Çandê. Bi vî awayî emê bîranîneke xirab ji holê rakin" bibîr xistin û gotin, "Bawer bikin Erdogan hûn tiştek baş nakin."
Ligel endamên komeleyê, endamên HDP'ê, Med-Der, Mebya-Der, KESK'ê jî di dema daxuyaniya çapemeniyê ya li ber girtîgehê amade bûn. Wan diruşma "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe", "Bijî berxwedana zindanan" û "Berxwedan jiyan e" bilind kirin. Çalakgeran dovîzên "Rewşa girtîgeha Amedê neynika çareseriya pirsgirêka kurd e", "Qehr li îşkenceyê be" û "Dest nede hiş û bîra min" bilind kirin.


