Diyarname
11 rojnamegerên endamên çapemeniya kurdî duh li gelek bajaran hatin binçavkirin. Li ser daxwaza Dozgeriya Enqereyê rojnameger ji duh de birçavkirî ne. 24 saetan hevdîtina wan a ligel parêzeran hat qedrexekirin. Li aliyê din îro dozgeriyê dema binçavkirina wan dirêj kir.
Rojnamegerên binçavkirî ev in: Nûçegihanên MA'yê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger. Her wiha Mehmet Gunhan ê ku demek li MA’yê stajyeriyê kiribû jî hat binçavkirin.
Li aliyê din Derya Ren ku hew jî hatibû binçavkirin, duh hat tewqîfkirin. Ren li Amedê ji ber dosyayeke cuda hat binçavkirin û ew sewqî Edliyeya Amedê kirin. Ji ber biryara wê ya girtinê hebû duh ew girtin û şandin Girtîgeha Amedê ya Jinan.
Vê sibê DFG'ê (Komeleya Rojnamegerên Dîcle-Firatê) û Platforma Rojnaegerên Jin ên Mezopotamyayê li ber avahiya DFG'ê hati ba hev û binçavkirina rojnamegeran şermezar kirin.
ZEMO AGGOZ HAT BERDAN
Ajansa Mezepotamyayê (MA) ragihand ku nûçegîhana wan rojnameger Zemo Aggoz piştî îfadeyê vê êvarê bi şertê kontrola edlî û hepsa mal hat berdan. (Ev agahî êvarê li nûçeyê hatiye zêdekirin)


