Diyarname
Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku li ber Minareya Çarling a Amedê hatibû kuştin, di salvegera kuştina wî de tê bibîranîn. Bernameya bîranînê çar rojan dê bidome.
Roja 25’ê mehê bi nîşandayîna kurtefîlman dê bername dest pê bike. Saet 18.00’an de nîşandayîna kurtefîlman li Salona Konferansê ya Tahir Elçî dest pê dike.
Roja 26’ê mehê saet di navbera 09.00-19,00 de dê Tûrnûvaya Kişikê li dar bikeve.
Roja 27’ê mehê saet 19’an de li heman salonê Merasima Xelatdayîna Şelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçî dê lidar bikeve.
Û roja dawî, roja 28’ê mehê jî ji serê sibê de dê çalakî lidar bikevin. Saet 10.15’an de ji ber edliyeyê heta ber Minareya Çarling dê meş li dar bikeve. Saet 10.53 de li ber Minareya Çarling dê bîranîn çêbibe. Û saet 14.30 de li ser gora wî dê çalakiyên bîranînê bi dawî bibe.


