Diyarname
Yenîsahne ku li Batmanê xebatên çandî dike bernameya xwe ya vê mehê eşkere kir.
Li gor bernameyê 8’ê mehê dê lîstika "Serbaz" (Yenisahne) bê lîstin. Ji lîstikên din “Dek û Dolabên Scapen” (Şanoya Bajêr a Amedê) dê roja 18’ê mehê du caran bilîze.
22 û 29’ê mehê “Forsa Şerko”, 24’ê mehê “Kûçikê Sergo” (Şano Nan Performanca), 27’ê mehê dê “Serencama Qijikan” (Şermola Performans) û 30’ê mehê jî “Tirş û Tehl” bê lîstin. Ligel ev lîstikên kurdî du lîstikên tirkî jî di nav bernameyê de hene. Ji van “Niko İle Çiko” (Çocuk Sanat Merkezi) ku lîstikeke zarokan de 25’ê mehê, “Cimri” jî 28’ê mehê dê bê lîstin.
Di nav bernameyê de ji bilî lîstikên şanoyê du konser jî hene. Hunermend Kasim Taşdogan roja 10’ê mehê saet 20.00 de, Berfîn Aktay jî roja 17’ê mehê saet 20.30 de dê derkeve sir dikê.
Ji bo têkilî:
Gap Mah. 2510 sok. No 34 Batman.
0545 234 04 66


