Zeynelabidîn Zinar
Li gor Toreya Kurdî, nav û nasnavên di zewacê de ji dema ku keç têne xwestin û heta ku tînin mala zavayî, bi kurtî wiha ne:
- Dema xortek an zilamek, ne bi xûta zewacê ku dil dikeve keç an jinekê, navê wan dibe DOSTIK. Jin dibe dostika zilamî, zilam jî dibe DOSTIK’ê jinê. Lê di şûna DOSTIK de YAR jî tê gotin: Ji bo jinê YARÊ wê, ji bo zilam jî YAR’a wî...
- Dema xortek an zilamek dil dikeve keç an jinekê û eger bi xûta zewacê be, diçin mala bavê jinê û dixwazin. Eger malbata wê ji bo danê razî bibe, navê wê dibe HERÊKIRÎ, Mînak: Xecê bûye HERÊKIRÎ’ya Siyabendî.
Êdî tu kes ji bo wê keçê hewldanekê nake.
Piştî nîşanê şahiyek li mala bavê zavayî çêdibe, ji wê re jî ŞAHIYA PIŞTKEVNIK’ê tê gotin.
- Dema nîşan bi jin an keçê ve hate kirin, navê wê dibê NÎŞANKIRÎ, mînak: Sitî NÎŞANKIRÎ’ya Gêyo ye. Êdî ewa ku hatiye nîşankirin, di Çanda Kurdan de dibe wekî jina ku mehra wê hatiye çêkirin. Navê xort an zilam jî dibe ZAVA.
- Piştî nîşanê, keç û xort ji hev re dibin DERGISTÎ, li hin herêman dibêjin DESTGIRTÎ. Keç dibe dergistiya xort, xort jî dibe dergistiyê keçê.
- Dema bûk hate nîşankirin û şûnde, navê malbatên herduyan dibe XINAMÎ.
- Dema ji bo anîna BÛK’ê hin kes pêşî diçin mala bavê bûkê, navê wan BERBÛK an BERBÛ’yî ne.
- Dema keçê bi şahî û dawet tînin mala bavê zavayî, navê wê dibe BÛK e. Di Çanda Kurdî de BÛK hertim li hespekî nêr siwar dikin û wê vediguêzin. Kesên ku beşdarî di dawetê de kirine, navê wan VEXWENDÎ ne, li hin herêman ji wan re XWENDÎ jî tê gotin.
- Roja ku BÛK tînin, ew roj ZAVA paşa ye. Di gund de çi biryara ku bide, xortên li dora wî ew biryar bi cih tînin û gundiyan bi cirmê seza dikin.
- Navê bavê bûk û zavayî, dibe XEZÛR. Navê dayikên wan jî dibe XESÛ.
- Zava ji bavê bûkê re dibêje APO yan XALO. Bûk kî ji yên zavê re dibêje APO yan XALO.
- Li hin herêmên Kurdistanê bûn heta ku zarûk neyne, bi dengê bilind bi kesî re napeyive.
Ev babet ji aliyê naveroka xwe ve pir dewlemend e.
Divê akademiyên kurdî lêkolînine berfireh li serê bikin.
Her şad û bextewer bin.
11/ 12/ 202


